Guhertinên di rêbaz û materyalên dibistanan de 

Beşa yekemîn a guhertina materyalên dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rêbazên dayîna dersan temam bû.

Guhertinên di rêbaz û materyalên dibistanan de 
15 îlon, 2024   09:21
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Saziya Materyalan (Minhacan) a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca ku materyalên dibistanan li gorî pêdivî û şertên pêvajoyê nû bikin, di destpêka demsala havînê (2024) de dest xebatê kiribû. Di vê çarçoveyê de nêrînên mamoste û şagirtan jî hatin girtin. 

Hatibû plankirin ku guhertin li ser 3 qonaxan (qonaxa yekem materyalên refên 1,4,7 û 10, qonaxa duyem refên 2, 5, 8 û 11 û qonaxa sêyemîn refên 3, 6, 9 û 12) pêk bê û beşa yekemîn di havîna 2024’an de bê temamkirin.

BEŞA YEKEM TEMAM BÛ

Li gorî agahiyên ku Endamê Rêveberiya Saziya Materyalan Darşîn Xelîl dane ANHA’yê, guhertinên qonaxa yekemîn bidawî bûne û pirtûkên ku li gorî vê guhertinê hatine çapkirin, li dibistanan hatine belavkirin. 

Darşîn Xelîl da zanîn ku guhertin di aliyê rêbaza dayînê û naveroka pirtûkan de hatiye çêkirin. Darşîn diyar kir ku di dersên zimanê Kurdî, Erebî, Ingilîzî, fizîk, kimya, biyolojî, bîrkarî, felsefe, dîrok, erdnîgarî, civak û jiyan, muzîk, werzîş de guhertin hatine çêkirin.

RÊBAZA DAYÎNÊ DERSAN

Di encama tecrubeyên salên borî de, rêbaza dayîna dersan hinekê hatiye guhertin û dewlemendkirin. Bi vê rêbazê tê hedefkirin ku aliyên lêkolîn, pirsyarî, hevkarî û encamgirtinê yên xwendekaran derkevin pêş. Mamosteyên dersan li gorî mijaran wê spartekan bidin xwendekaran û ji wan lêkolînê bixwazin. Dîsa di dema dersan de tenê mamoste mijarê venabêje, ji bilî wê dê bi rêya pirsan xwendekar jî tevlî nîqaşan bên kirin. Xwendekar wê karibin nêrîn û nirxandinên xwe bidin.

GUHERTINÊN DI METARYALAN DE

Guhertina pirtûkên dersan jî, li gorî pêşketinên teknîk, zanist, ziman û felsefeyê hatiye çêkirin.

KURDÎ

Di pirtûka dersa zimanê Kurdî de, piştî mijarekê ji bo xwendekaran pirsên ji bo spartek û analîzan hatine bicîhkirin. Tenê pirsên têkildarî mijara pirtûkê nîn in, hinek pirsî hatine bicîhkirin ku xwendekar wê wana ji malbat û hevalên xwe bipirsin. Mijarên wêjeyî (gotar, roman, helbest û çîrok) li ser pirtûkê hatine zêdekirin.

EREBÎ

Pirtûka fêrbûna zimanê Erebî ku ji bo refa yekê hatiye amadekirin, bi wêneyan hatiye dewlemendkirin. Alfabe bi wêneyan tê vegotin û şîrovekirin. Di pirtûka ji bo refa 4’an de bi armanca pêşxistina nivîsandin û xwendinê pirs û spartekên malê hatine zêdekirin.

Di pirtûka ji bo refa 7`an de bingeha ziman û wêjeyê bi rêya helbestan û şîrovekirina têgînan hatiye pêşkêşkirin. Ji bo refa 10`an bi hemû awayî rêziman tê dayîn, her wiha zimanê wêjeyî yê beriya Îslamiyetê û di dema Îslamiyetê de tê dayîn.

INGILÎZÎ

Di pirtûka dersa zimanê Ingilîzî de ji bo ku xwendekar zêdetir bikaribin bi awayekî baş ziman bi kar bînin, dîrok, şûnwar, çanda Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye bicîhkirin.

WERZÎŞ

Ji bo dersa Werzîşê pirtûk nîn e, li şûna wê rêbernameya mamosteyan hatiye amadekirin. Ev jî weke 3 beş hatiye çêkirin. Rêbernameya yekemîn ji bo refên 1,2,3, rêbernameya duyemîn ji bo refên 4,5,6 û ya sêyemîn ji bo refên 7,8 û 9 hatiye amadekirin. Bi teorî û pratîkî xwendekar fêrî lîstokên weke fotbol, basketbol û volaybolê û hwd tên kirin.

MUZÎK

Di dersa Muzîkê de heta niha ji nêvî zêdetir stran dihatin guhdarkirin. Lê bi guhertinê re ji bilî stranan, teoriya muzîkê (pênase û dîrok), beşên bikaranîna amûrên muzîkê û çêkirina wan jî li ser pirtûkê hatine zêdekirin.  

DERSÊN ZANISTÎ

Di dersên Fizîk, Kimya, Biyolojî û Bîrkarî de geşedanên zanistî û tecrubeyên zanyaran ên ji bo vedîtina encaman hatine zêdekirin. Di pirtûkên berê de agahiyên zanistî yên salên borî hebûn, lê di pirtûkên nû de zanyariyên nûjen hatine zêdekirin.

Di pirtûka Bîrkarî ya refa 10’an de piştî her beşekê pirs hatine zêdekirin.

Di pirtûka Fîzîk de jî awayên xwegihandina agahiyên zanistî hatine zêdekirin.

CIVAK Û JIYAN

Dersên têkildarî civak û jiyanê li gorî her refekê navek cuda girtiye. Di refa yekê de weke dersa “Civak û Jiyan” tê dayîn. Di pirtûkê de mijarên têkiliya di navbera xwendekar, dibistan û malbatê de, şûnwarên li herêmê, danûstendina nava jiyanê, parastina xwezayê û hwd hatiye vegotin.

Di refa 4`an de navê dersê wekî “Zanistên Civakî” hatiye diyarkirin. Di pirtûkê de wêne hatine zêdekirin. Dawiya her beşekê de ji bo xwendekaran spartekên malê û daxwazên ji xwendekaran hatine bicîhkirin.

Refa 7`an ders bi navê “Çand û Exlaq” û di refa 10`an jî bi navê “Civaknasî” tê dayîn. Di pirtûkên salên borî de piştî her beşekê pirs hebûn, lê bi guhertinê re li şûna pirsan mijarên lêkolînê hatine bicîhkirin.

ZANYARIYÊN CIVAKÎ

Di pirtûka dersa Erdnîgarî de ji bo xwendekaran mijarên lêkolînê, pirs û hinek nexşe hatine zêdekirin.

Pirtûka dersa Felsefe ji bo xwendekaran hatiye hêsankirin. Mijar bi awayekî kurt û cewherî ji nûve hatine amadekirin. Agahî bi awayeke sîstematîk ku li ser nîqaş bên meşandin hatine dayîn. Ji bo xwendekaran mijarên lêkolînê wekî spartek hatine bicîhkirin. Beşa zanista piskolojî ku berê di pirtûka refa 11`an de bû, di pirtûka refa 10`an de jî hatiye bicîhkirin.

Dersa dîrokê ji refa 7’an destpê dike. Di refa 10`an de bêhtir şaristaniyên kevin, dîroka pêkhateyên li herêmê û kevneşopiya ku gelan digihîne hev tê şîrovekirin.

GUHERTIN WÊ BERDEWAM BIKE

Guhertinên materyalên refên 2, 5, 8 û 11`an wê ji bo sala xwendinê ya 2025-2026`an, guhertinên materyalên refên 3, 6, 9 û 12`an jî ji bo sala xwendinê ya 2026-2027`an bên amadekirin.

Materyalên dibistanan herî dawî sala 2021`an hatibûn guhertin.

(a)

ANHA