Guh neda gefan heta dawiyê li ber xwe da

Mihemed El Salim El Eswed ji teqîna mayînekê filitî, mala wî şewitandin û gef lê xwarin ku zarokê wî bikujin, lê dev ji erka xwe ya wek endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn berneda.

Guh neda gefan heta dawiyê li ber xwe da
Guh neda gefan heta dawiyê li ber xwe da
Guh neda gefan heta dawiyê li ber xwe da
Guh neda gefan heta dawiyê li ber xwe da
3 mijdar, 2023   04:42
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

8′ê Cotmehê, endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed El Salim El Eswed tevî 28 hevrêyên xwe  di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Akademiya Hêzên Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbirê ya li herêma Koçerat a navçeya Dêrikê ya Kantona Qamişloyê de şehîd bû.

Mihemed El Eswed sala 1995`an li gundê El Buse yê navçeya Til Koçerê ya kantona Qamişloyê ji dayik bûye û di nava malbatekê de mezin dibe ku 6 bira û 6 xwişk pêk tê. Malbata wî ji gundê Xernûb ê navçeya Til Hemîsê ye, lê sala 1975`an ji ber rewşên jiyanî berî dide navçeya Til Koçerê û li wir bi cih dibe.

Mihemed El Eswed ji ber rewşa malbatê ya dijwar heta asta seretayî tenê dixwîn û ji biçûkahiya xwe ve berpirsiyariya malê rakir di çandiniyê û şîvantiyê de kar kiriye.

Mihemed El Eswed bavê 3 zarokan e (2 kur û keçekê). Bi destpêka Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û zêdebûna êrişên çeteyên DAIŞ`ê û Cebhet El Nusra re, tev li nav refên berxwedanê û têkoşînê dibe.

Kurxalê şehîd Mihemed El Ewsed, Mihemed Ebdullah El Umeyirî yê ji 2015`an ve tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûye, bandorê li wî dike, ji ber wê sala 2017`an tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn a navçeya Til Hemîsê dibe. Mihemed destpêkê ajokar bû, piştre ji ber dilsoziya wî ji kar re û ji ber cîdiyeta wî biryar dide tev li nivîsgeha ewlehiya giştî ya Til Hemîsê bibe. Mihemed bi zîrekiya xwe dihat naskirin, lew ra  li ser gelek dozên girêk xebitiye û torên çeteyan li herêmê aşkera kiriye.

Birayê wî Arif El Salim El Eswed got, Mihemed ji ber karê xwe gelek caran rûbirûyî xetereyan bû û wiha domand: ′′Çeteyan erebeya wî mayîn kir, di encamê de birîndar bû û hevrêyê wî Şêrko Reşo sala 2019`an şehîd bû. Dema vedigere mala xwe ya li Til Koçerê êrişeke çekdarî li dijî wî hat kirin. Carekê çeteyan mala wî ya li Til Hemîsê şewitandin û gef lê xwarin ku zarokê wî birevînin. Lê dîsa jî, dev ji têkoşîna xwe ya ji bo parastina herêmê berneda. Piştî ku kurxalê me Mihemed El Umeyrî sala 2018′an di pêngava Reqayê de şehîd bû, Mihemed careke din soz da ku rêya wê ya parastina destkefiyan bidomîne. Ji ber ewqas gef û bûyerên bi serî wî de hatine, me zor lê kir ku vegere, lê wî red kir û karê xwe di nava hêzê de wek ajokarê Akademiya Şehîd Nesrîn a Til Koçerê domand.”

Der barê taybetmendiyên şehîd û têkiliyên wî li gel malbatê de, Arif got: “Comerd bû, berpirsyar bû, nedixwest karê xwe û yê malê dereng bixe. Birayê min, şehîd welêt e. Em  pê serbilind in. Em soz didin rêya wî berdewam bikin heta ku serkeftinê bi dest bixin. Em ê zarokên wî li ser hezkirina welêt mezin bikin.”

Xwişka şehîd Xaliye jî got: “Ji bîra min naçe. Ez pê serbilind im. Ji bo min strageh bû û dê wisa bimîne.”

(şx)

ANHA