Ji saziyên çandê çalakiyên ji bo Rêber Abdullah Ocalan

Navenda Çand û Hunerê û Tevgera Hîlala Zêrîn a Hesekê di çarçoveya pêngava "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" rêze çalakiyan birêxistin dike.

Ji saziyên çandê çalakiyên ji bo Rêber Abdullah Ocalan
3 mijdar, 2023   05:46
HESEKÊ

Çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ên di çarçoveya pêngava Însiyatîfa Gel a ku 14`ê Cotmehê bi dirûşma “Ji Rêber Apo re azadiya fîzîkî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” destpê kirine de, didomin.

Gelek sazî, tevger û rêxistinên civaka sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgirî dan pêngavê. Li Hesekê ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn û Navenda Çand û Hunerê ve amadekariyên rêze çalakiyan têne kirin.

Endama Rêveberiya Tevgera Hîlala Zêrîn a Hesekê Yasmîn Xelîl diyar kir ku wê bi lidarxistina çalakiyên cihereng wek çalakiyên protestoyî, meş, daxuyanî û meşên bi meşalayan piştgiriya pêngavê bikin.

Yasmîn Xelîl diyar kir ku wê di dema bê de bernameya çalakiyan aşkera bikin.

Yasmîn destnîşan kir ku heta azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêk neyê, têkoşîna Tevgera Hîlala Zêrîn û Navenda Çand û Hunerê ya Hesekê ranaweste.

Endama Rêveberiya Navenda Çand û Hunerê ya Hesekê Reşea Elo jî anî ziman ku heta  tecrîd hebe û têkoşînê jî hebe û wiha got: ′′Em dê li hember her kesê êriş herêm û Rêberê me dikin, bisekinin. Heta qeydên li ser Rêberê me yê neteweyî, rêberê aştiyê ku ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn tê dikoşe, neşikin, dê berxwedan û têkoşîna me raneweste.”

(şx)

ANHA