′ Doza birêz Ocalan layiqî piştevaniyeke navneteweyî ye′

Lêkolîner Taha Ehmed desnîşan kir ku pêngava cîhanî, rêbaza herî guncaw a ji bo piştevaniya bi doza Rêber Abdullah Ocalan re û nasandina gelan bi ramanên wî ye û got: "Doza birêz Ocalan dozeke mirovî ye, ji ber vê yekê layiqî piştevaniyeke navneteweyî ye.′′

′ Doza birêz Ocalan layiqî piştevaniyeke navneteweyî ye′
3 mijdar, 2023   02:39
QAHÎRE
MUHSIN EL MISIRÎ

Lêkolînerê têkiliyên navneteweyî û nasnameyan Taha Ehmed ê ji Misirê têkildarî pêngava cîhanî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd got, ′′Pêngav  rengeke ji rengên xebata civakî û mirovî ye. Her wiha  helwesta rêxistinên civaka sivîl û bawermendên azadî û mafên mirovan a li hemberî zextên hikumetan û hesabên siyasî nîşan dide.′′

Taha Ehmed îşaret pê kir ku pêngav bi awayekî baş bi rêve diçe û koordîneyeke mezin di navbera endamên wê de hene. Her wiha da zanîn ku pêngav bi rêya lidarxistina panelên bi mijarên rewşa qanûnî û mirovî ya Rêber Abdullah Ocalan dewam dike.

Ehmed destnîşan kir ku di çarçoveya pêngavê de, fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û xetereya ramanên wî li ser pergalên îdeolojîk ên kapîtalîst tên nîqaşkirin û wiha domand: "Her wiha rewşa hiqûqî û tenduristî ya Ocalan tên nîqaşkirin, ji ber ku desthilata Tirk temenê wî paşguh dike û mafên wî yên ji aliyê rêxistinên navneteweyî yên têkildarî girtiyan ve hatine naskirin, binpê dike."

Lêkolîner Taha Ehmed  anî ziman ku pêngava cîhanî, ji bo piştgiriya doza Rêber Abdullah Ocalan û nasandina civak û gelan bi ramanên wî rêbaza herî guncaw e û got: "Pêngav ji bo parastina mirovekî ku 25 sal di girtîgehê de berdêla fikrên xwe dide, rêbaza herî serkeftî ye."

BÊDENGIYA RÊXISTINÊN NAVNETEWEYÎ

Ehmed bal kişand ser bêdengiya rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî û ev nirxandin kir: "Civaka sivîl a rojava û piraniya rêxistinên hiqûqî yên cîhanê xwedî meyl û armancên siyasî ne. Piraniya van rêxistinênan di radeya yekemîn de di bin kontrola ajnîdeyên derve de ne, ji ber vê yekê xwedî li doza adilane ya Ocalan dernakevin. Ji xwe rêxistinên girêdayî van dewletan bi çi rengî be beşdarî komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan bibûn. Her wiha piraniya rêxistinên navneteweyî di bin bandora meyl û siyasetên Amerîkayê de ne û li dor rojeva wê ya kapîtalîst a cîhanî dizivirin. Ev rêxistin doza Ocalan paşguh dikin, ji ber armancên wan bi projeya rewşenbîrî ya birêz Ocalan a li dijî kapîtalîzmê re bi nakok e. Ruxmî ku doza Ocalan di aliyê siyasî û hiqûqî de ji aliyê rojava ve tê paşguhkirin, lê em dikarin bêjin ku li ser asta cîhanê elaqeyek bi doza Ocalan heye, ji ber ku ev doz doza miorvahiyê ye û layiqî piştevaniyeke navneteweyî ye.  Çalakiyên têkildarî ramanên birêz Ocalan de zêde dibin. "

Taha Ehmed da zanîn ku elaqeyeke mezin ji aliyê çalakvanên biyanî ve ji bo doza Rêber Abdullah Ocalan û ramanên wî hate dîtin û got: "Gelek çalakî di vê der barê de hatin lidarxistin ku çalakvanên ji welatên cuda yên cîhanê beşdar bûn. Di çalakiyan de pirsa Ocalana û projeya wî ya fikrî hatin kirin."

Lêkolîner Taha Ehmed di dawiya axaftina xwe de got: "Civakên fikrî û akademiyên cîhanê elaqeyeke mezin didin ramanên Abdullah Ocalan. Di heman demê de bi nûnertiya hunermend, helbestvan û rewşenbîran wijdanekî cîhanî heye ku dengên wan ji bo doza rêberê Kurd bilind dibe. Ruxmî hewldanên veşartinê jî, lê hêvî hene ku ev doz li ser asta cîhanî û mirovî were livandin."

(bb)

ANHA