Silêman Ehmed 63 roj e hatiye revandin

Ji rojnamevan Silêman Ehmed 63 roj e agahî nayên wergirtin. Hêzên PDK’ê nahêlin parêzer an jî malbat hevdîtinê bi Ehmed re bike.

Silêman Ehmed 63 roj e hatiye revandin
26 kanûn, 2023   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan Silêman Ehmed 25’ê Cotmehê dema hewl da di Deriyê Sêmalka re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 63 roj e agahî jê nayên wergirtin.

Hefteyekê piştî revandina Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê îdia kiribû ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniyê ye’ û gefa cezakirinê lê xwaribû.

Bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin û her ku diçe fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed jî zêde dibin. Heta niha hikumeta Başûr der barê Silêman Ehmed de daxuyaniyek nedaye.