Girtiyên Siwêdayê li Zindana Adrayê greva birçîbûnê dest pê kirin

Hejmarek girtiyên ji Siwêdayê yên ku li Zindana Navendî ya Adrayê têne girtin, greva birçîbûnê ya vekirî des pê kirin.

Girtiyên Siwêdayê li Zindana Adrayê greva birçîbûnê dest pê kirin
26 kanûn, 2025   19:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavêdirya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çend girtiyên ji Siwêdayê yên li Zindana Navendî ya Adrayê têne girtin, îro sibehê dest bi greva birçîbûnê ya vekirî kirine, giriyan doza berdana xwe û mafên xwe yên bingehîn kirin.

Li gorî SOHR`ê, ev kes di dema êrişa hêzên hikûmeta Sûriyeyê ya ser Siwêdayê de di nîvê Tîrmehê de hatine girtin, bêyî ku tu sûcdariyên zelal li dijî wan werin kirin.

Girtî di hundurê zindanê  di rewşa mirovî û tenduristiyê ya xirab de têne girtin, û kêmasiyek giran a lênêrîna bijîşkî û xwarinê heye, ku jiyana wan dixe xeteriyê.

Girtiyan, ku di nav wan de zarok jî hene, du daxwazên sereke anîn ziman: ya yekem, berdana wan ji ber ku tu delîl tune ne ku ew beşdarî  ti çalakiyên sûc bûne; û ya duyemîn, destûr bê dayin ku nûnerên Heyva Sor a Erebî ya Sûriyeyê û Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor serdana girtîgehê bikin û lênêrîna bijîşkî bidin girtiyan. SOHR`ê ragihand ku rêveberiya girtîgehê nêzîkî du hefteyan e ku van daxwazan bicîh nayne.

(k)

ANHA