Girtiyên azadiyê: Em ê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin

Girtiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd dest bi greva birçîbûnê kirine ev peyam şandin: “Heke tecrîd heta piştî hilbijartinê bidome em ê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin.”

Girtiyên azadiyê: Em ê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin
12 sibat 2024   15:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên siyasî yên di girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya demkî û dorveger kiribûn û çalakî hêj didome. Girtiyên PKK û PAJK’î têkildarî mijarê bi navê Denîz Kaya nameyek şandin û wiha gotin: “Em ê berxwedana xwe piştî hilbijartinê derbasî qonaxeke nû bikin.” Di daxuyaniyê de girtiyan bal kişandin ser çalakiyên greva birçîbûnê û Nobetên Edaletê yên ji hêla xizmên girtiyan ve hatine destpêkirin. 

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Pêvajoya em tê de dijîn tevî gelek xetereyan, her wiha derfetên mezin ên serkeftinê jî di nava xwe de dihewîne. Em di ferqa vê rastiyê de ne. Weke zêdetirî 10 hezar girtiyên PKK û PAJK’î yên di girtîgehan de, em careke din dibêjin ku em heta mirinê bi nirxên şehîdên me, gelê me û Rêbertiya me afirandin re ne. Her çend ku em di girtîgehan de bin jî em hewl didin di pêvajoyeke wiha de erk û berpirsyartiyên xwe bi cih bînin, di têkoşînê xwe de rolek bin û biryardariya me ya di vê mijarê de jî di asta herî jor de ye.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbertiya me, me di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê kiribû û me ragihandibû ku dê di 15’ê Sibatê de derbasî qonaxeke din bikin. Lê belê ji bo bandorê li pêngava li derve hatiye destpêkirin û li xebatên hilbijartinê neke, me biryar da ku piştî hilbijartinê derbasî qonaxeke din bikin. Em çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya dorveger heta piştî hilbijartinê dirêj dikin. Em ji raya giştî re radigihînin ku heke tecrîda li ser Rêbertiya me heta piştî hilbijartinê bidome, dê çalakiya xwe piştî hilbijartinê derbasî qonaxeke din bikin û heta encamekî jê digirin jî dê bidomînin. 

Ji bo ku daxwazên me bên qebûlkirin, divê tevahiya sazî û derdorên demokratîk bi berpirsyartî tevbigerin. Roja roja wê ye ku em li dora Rêber Apo bibin xelek. Roj roja wê ya ku li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gelê me azad bibe. Roj roja şikandina tecrîda li Îmraliyê, parçekirina siyaseta qirkirina kurdan û afirandina bihara azadiyê ya gelan e.”