Nameyên ku peyvên Abdullah Ocalan û Îmrali tê de tên desteserkirin

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha bi Hejmara 1'ê ya Sîncanê diyar kirin ku nameyên di naveroka wan de Abdullah Ocalan û Îmrali hene, têne desteserkirin.

Nameyên ku peyvên Abdullah Ocalan û Îmrali tê de tên desteserkirin
12 sibat 2024   15:46
 NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatiye destpêkirin di roja 78’an de berdewam dike. 

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncan a Enqereyê tên ragirtin, ji raya giştî re nameyek şandin.

Girtiyan bang li tevahiya raya giştî ya demokratîk û malbatan kirin û wiha gotin:

 “Di Destûra Bingehîn û qanûnan de mafê her girtî û hikûmxwarekî heye. girtîgeha Îmraliyê jî di nava sînorên Tirkiyeyê de ye û xwedî van mafan e. Rêber Abdullah Ocalan û hevalên me Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim li wir di nava şert û mercên giran ên tecrîdê tên ragirtin û nahêlin tu hevdîtinan bi malbat û parêzerên xwe re bikin. Mafê axaftina li ser telefonê yê her kesî heye lê ev mafê wan tê binpêkirin.

Gelek caran di raporên Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ya girêdayî Konseya Ewropayê (KE) ev rewş weke ‘binpêkirina maf’ hat destnîşankirin. Lê tevî vê yekê, li şûna ku tecrîdê rakin, tecrîda heyî hêj bêhtir hate girankirin. Pergala tecrîdê ya li Îmraliyê jî her ku çû bêhtir di nava civakê de belav kirin.

Bi dehan hevalên me yên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan û jiyana xwe ji dest didin. Tevî raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) ya ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî bi hezaran hevalên me hêj niha jî di girtîgehan de ne. Her wiha bi dehan hevalên me yên cezayên wan xelas bûne jî hêj di girtîgehê de tên ragirtin. Lê li hêla din serokên çeteyan, baronên tîryakê, kujerên jinan, tecawizkar, kesên li Madimakê mirov bi zindî şewitandin û hîzbûlkontrayên ku mirov bi xelekên beraz qetil kirin û cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn, ji berdana bitevdîr sûd digirin û tên berdan. Tenê girtiyên ji ber fikrên xwe hatine girtin niha di girtîgehê de ne. Gelo ma heke ev derhiqûqtî nebe, wê demê çi ye? Heke ev cotstandartî nebe wê demê çi ye? Heke ev binpêkirina maf nebe, wê demê çi ye?

Pergala tecrîdê ya Îmraliyê, stratejiyeke polîtîk ê îktîdara faşîst e. Her wiha parçeyeke stratejiya qirkirina kurdan e. Ev pergala qirkirinê li her derê belav bûye. Di demên dawî de girtîgehên bi ewlekariya bilind û yên bi Tîpa S’ê, girtîgehên xwe dispêrin pergala tecrîdê ne. Mirov, zindiyekî civakî ye û bi civakê re heye.

Em li vir di ferqa berpirsyartiya xwe ya pêngavên ‘Dem dema azadiyê ye’ û ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk’ de ne. Bi vê berpirsyartiyê jî em bi moral û baweriyeke mezin tev li hemleyê dibin. Hemû nameyên me yên ku em di çarçoveya hemleyê de dinivîsin, ji hêla girtîgehê ve tên desteserkirin. Bi taybet jî nameyên me yên têkildarî Rêber Apo û girtîgeha Îmraliyê tên desteserkirin. Bi kurt û kurmancî, hemû nameyên navê Rêber Apo tê de derbas dibin tên desteserkirin. Dewlet û saziyên wê yên faşîst tenê tecrîdê ferz nakin, di heman demê de hewl didin navê Rêber Apo li tu deverê bê gotin. Bi vê yekê re jî hewl didin Rêber Apo ji rojeva me derxînin.

Divê baş bê zanîn ku tu hêzên li ser rûyê erdê dê nekarin Rêber Apo bi me bidin jibîrkirin. Yên ku dest danin ser nameyên me û hewl didin Rêber Apo ji rojeva me derxînin divê baş bizanin ku xwe dixapînin. Weke encam,  banga me ji bo malbatên me, gelê me û hemû dostên me ew e ku ji bo azadiya Rêber Apo tev li têkoşînê bibin. Banga me ew e ku bi rê û rêbazên dewlemend vê têkoşînê mezintir bikin.

Em ji civakê û hemû cîhanê re wiha dibêjin; tecrîda li ser Rêber Apo tê wateya girankirina şer. Kûrbûna şer jî tê wateya zêdebûna mirinan.  Rejîma faşîst a TC’ê li ser mirinan bi hestên civakê dilîze û hewl dide gelê kurd û nûnerên wê ji van mirinan berpirsyar nîşan bide. Lê gelê me û tevgera wê ya azadiyê bi hemleya xwe ev lîstik vala derxist. Em gelê me û rêhevalên me yên li her deverê li ber xwe didin silav dikin. Her tim serkeftin bûye para berxwedêran. Me li ber xwe da, em ê li ber xwe bidin û dê teqez bi ser kevin. An azadî, an azadî.”