Girtiyê siyasî Kiyanûş Çiraxî dest bi greva birçîbûnê kir

Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdpa ragihandin ku girtiyê siyasî yê Kurd Kiyanûş Çiraxî li girtîgeha Îlamê 4 roj e dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Girtiyê siyasî Kiyanûş Çiraxî dest bi greva birçîbûnê kir
22 sibat, 2025   14:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdpa têkildarî rewşa girtiyekî siyasî yê Kurd ku di 19’ê Sibatê de li girtîgeha Îlamê dest bi greva birçîbûnê kiriye, agahî dan.

Hate diyarkirin ku girtiyê siyasî yê bi navê Kiyanûş Çiraxî yê xelkê Dêhluranê, li girtîgeha Îlamê ji bo nîşandan nerazîbûnê 4 roj e dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Her wiha hate destnîşankirin ku Kiyanûş Çiraxî ji wergirtina tedawî û xizmetên tenduristiyê tê bêparhiştin.

Di sala 2022’yan de hemwextê xwepêşandanên Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ girtiyê siyasî Kîyanûş Çiraxî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû destgîrkirin û piştî çend rojan hatibû berdan. Di meha Îlona 2023’yan de bi fermana dadwer ji aliyê hêzên ewlehiyê yên rejîma Îranê ve bi ser mala wî de hate girtin û carek din hate destgîrkirin.