Dilê Kurdistan û Ewropa ji bo Rojava lê dide

Li ser banga seferberiyê ya QSD’ê, ji bilî Rojava, li Bakur û Başûrê Kurdistanê, li gelek welatên Ewropayê hezaran kesan meş û xwepêşandan lidar xistin.

Dilê Kurdistan û Ewropa ji bo Rojava lê dide
20 ÇILE, 2026   01:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Kurdên li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê, Kurd û dostên wan ên li Ewropayê bersiva QSD’ê dan û herikîn qadan. 

Li bajarên Amed, Wan, Êlih û gelek bajarên din ên Bakûr, bajarên Mêrsîn û Edene yên Tirkiyeyê, bajarên Silêmanî û Hewlêr ên Başûrê Kurdistanê bi hezaran kes herikîn kolanan. Li Başûr gelek kesan berê xwe dan Rojava.

Li Ewropayê jî, li welatên wekî Siwîsre, Norveç, Almanya, Belçîka, Fransa û gelek deverên din Kurd û dostên wan daketin kolanan û hêrsa xwe anî ziman.

(a)

ANHA

SILÊMANIYÊ

HEWLÊR

Ewropa