Girava Xarkê hate bombebarankirin

Amerîkayê Girava Xarke ya li Kendava Fars ya Îranê ye û navenda hinardekirina petrola Îranê ye, 15 caran bombebaran kir.

Girava Xarkê hate bombebarankirin
14 adar, 2026   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor medyaya Îranê, vê sibehê Amerîkayê bi dijwarî Girava Xark ya li Kendava Fars bombebaran kiriye.

Li gor medyaya Îranê, Girava Xark ku navenda sereke ya hinardekirina petrola Îranê ya ji bo cîhanê ye, 15 caran hatiye bombebarankirin. Piştre jî dengên çend teqînek mezin ji giravê hatine bihîstin.

Hatiye diyarkirin ku di êrişan de sîstema parastina asîmanî, navendên leşkerî û birca çavdêriya balafirxaneyê hatine hedefgirtin.

Her wiha hatiye diyarkirin piştî êrişê li çend cihek giravê şewat derketiye û dûkelek mezin rabûye.

Her wiha Serokê DYA’yê Donald Trump di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya dijîtal de diyar kir ku wan binesaziya petrolê ya li giravê hedef negirtiye û got: ‘’Ji ber sedemên însanî min binesaziya petrolê ya li giravê tune nekir.’’

Rafîneriyên li Girava Hargê, nêzîkî ji sedî 90’ê hinerdeya petrolê ya Îranê pêk tînin. Ji ber vê yekê girav ji aliyê aboriya Îranê ve navendeke gelekî girîng e û ji bo herka pertola xav a gerdûnî jî li xaleke gelekî girîng cih digire.