Fikarên ji ber bandora şerê li Îranê ya li ser Rojhilata Navîn zêde dibin

Li gorî çavdêran, şerê Îran û Îsraîlê yê bi desteka DYA'yê di asteke bilind de dewam dike û eger rewş wisa dewam bike, dibe ku Washington çarçoveya şer berfireh bike. Ev şer gefên aborî û civakî li ser hemû welatên Rojhilata Navîn dixwe, di heman demê de fikarên Tirkiyeyê ji ber bandora şer zêde dibin.

Fikarên ji ber bandora şerê li Îranê ya li ser Rojhilata Navîn zêde dibin
14 adar, 2026   11:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyan di hejmarên xwe yên vê sibehê de cih da şerê li Îranê, bandorên wî yên li Rojhilata Navîn û fikarên Tirkiyeyê yên ji ber şer.

 ‘DYA TEQWIYEYA LEŞKERÎ DIŞÎNE Û DEWLETÊN KENDAVÊ BERSIVÊ DIDIN ÊRIŞAN'

Rojnameya El Erebî El Cedîd cih da şerê Îsraîl-DYA û Îranê û diyar kir: "DYA hebûna xwe ya leşkerî li herêmê zêde dike. Pentagonê şandina yekîneyeke Hêzên Deryayî yên amerîkî û keştiyên şer bo herêmê ku ji hezaran leşker û balafirên şer ên F-35 pêk tê, pejirand. Li gorî rayedarên amerîkî, ev gav armanc dike ku vebijêrkên leşkerî yên berdest ji Washingtonê re berfireh bike, nemaze ji ber rageşiya berdewam a li Tengava Hurmuzê û îhtîmalên zêdebûna şerê li dijî Îranê.”

'ŞERÊ LI DIJÎ ÎRANÊ EWLEHIYA XUREK Û ENERJIYÊ TEHDÎT DIKE'

Rojnameya El Ereb jî bal kişand ser bandorên şerê Îran û Îsraîlê yên li ser Rojhilata Navîn û diyar kir ku bi zêdebûna şerê Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê, bandorên wê sînorên qadên şer derbas kir û gihaşt ewlehiya xwarinê û fatûreyên enerjiyê li Rojhilata Navîn, bi taybetî, li Misr, Sûriye, Lubnan û Iraqê.

Hate gotin: "Ev welat ku bi giranî xwe dispêrin hawirdekirin an hilberîna navxweyî ya sînorkirî ya kel û pelên bingehîn, bi pêleke nû ya pirsgirêkên aborî re rû bi rû ne. Ev yek hikumetên wan dixe ber ceribandineke dijwar di rêvebirina enflasyonê û misogerkirina ewlehiya xurekê de. Li gel van pirsgirêkan jî bihayên petrol, gaz û lêçûnên barkirinê di nav şoka bihayên petrol û gazê û zêdebûna lêçûnan hikumet xistiye nava şokê."

Rojnameya Independent Arabia jî behsa rola Fransayê kir û destnîşan kir ku dîplomasiya Fransayê ku di sala 2014'an de beşdarî navbeynkariya peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Hizbullahê de bûye, bi rêyeke bêderketî re rû bi rû ye, ji ber ku Tel Avîv bangên serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ên ji bo dûrketina ji berfirehkirina operasyonên xwe yên heyî paşguh dike.

Hate gotin, ji destpêka pevçûnê di 2'yê Adarê de Parîsê hewl da bandorên şerê li Rojhilata Navîn li ser Beyrûtê sînordar bike.

‘ŞERÊ KU ENQEREYÊ NEXWEST: PLANEKE KU JI HÊLA "ÎSRAÎLA INCÎLÎ" VE DI TARIYÊ DE HATIYE AMADEKIRIN’

Rojnameya El Quds El Erebî destnîşan kir ku nerazîbûna Tirkiyeyê ji şerê li Îranê pir mezin e. Hate gotin, Enqere şer wek nîşaneya senaryoyên stratejîk ên pir dijwar ji bo xwe dibîne û bi baldarî dixebite ku şer zû biqede.

Li gorî rojnameyê, şer ji bo Tirkiyeyê pirsgirêkên rasterast derdixe holê, ji avêtina mûşekan û tirsa ji herikîna mezin a penaberan bigire heya zêdebûna nû ya aloziyên Kurdan ên ji Îranê derdikevin.

Rojnameyê destnîşan kir ku "Li ser asta herêmî, Enqere ya ku Îsraîlê tawanbar dike ku DYA'yê dixe nav şer, ji xurtbûna bandora Îsraîl-DYA’yê li herêmê bi fikar e û bi tedbîrên leşkerî yên bêhempa, wekî bicihkirina balafirên şer li Qibrisê, bersivê dide.”

Di aliyê aborî de jî, tê xemînkirin ku şer zextên enflasyonê li Tirkiyeyê zêde bike, ji ber ku nêzîkî ji sêyan duyê hewcedariyên xwe yên enerjiyê ji Îranê tîne. Di encamê de, Tirkiye leza xurtkirina şiyanên xwe yên leşkerî zêde dike. Di heman demê de, axaftin li ser hewcedariya çekên nukleerî wekî astengker zêde dibin. Lê lawazbûna Îranê dikare derfetên nû ji bo Tirkiyeyê çêke da ku bandora xwe li seranserê herêmê xurt bike.”

(bb)