Gerînendetiya Tomarkirina Erebeyan biryarên nû dan

Gerînendetiya Tomarkirina Erebeyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê hêsankirina tomarkirina erebeyan û parastina mafên xwediyên erebeyan li hember diziyê de, biryarên nû dan.

Gerînendetiya Tomarkirina Erebeyan biryarên nû dan
2 tîrmeh, 2025   22:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendetiya Tomarkirina Erebeyan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi gerînendetiyên kantonan re civiya.

Di civînê de hevseroka Desteya Hundirîn Sozdar Şêxo jî beşdar bû. Beşdaran li ser zehmetiyên ku li pêşiya karê wan derdikevin nîqaş kirin û pêşniyariyên çareserkirina wan pêşkêş kirin.

Di civînê de biryar hat dayîn ku li gorî giştînameya /32/ ya 18'ê Kanûna 2024'an a Meclisa Rêveber tomarkirina erebeyên ku li gel hikumeta Sûriyeyê nehatine tomarkirin, were hêsankirin.

Di giştînameya /32/ de gumrik û bacên di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên din ên Sûriyeyê de hatin rakirin û rê li ber tomarkirina erebeyên ku di hemû deriyên bejayî û deryayî re derbas bûne, hat vekirin. Wê demê gerînendetiyê bang li xwediyên erebeyan kir ku serî li gerînendetiyê bidin, bi xwe re nimre û ruxseta erebeyê bînin ku tedbîr werin temamkirin.

Ji bo sivikkirina barê welatiyan, gerînendetiyê hemû wekaletên dîwanên edaleta civakî bêyî hewcedariya careke din were mohrkirin hebe, qebûl kir.

Her wiha, gerînendetiyê bang li welatiyan kir ku der barê erebeyên ku hatine dizîn de, agahiyê bidin da ku nîşana astengkirinê (hecizê) li wan were danîn.

Gerînendetiyê ragihand ku wan nivîsgehek ji bo pêşwazîkirina gilî û şopandina giliyên welatiyan jî vekir.

Di dawiya civînê de hevserokê gerînendetiyê Besam El Hebalî girîngî da pêşxistina sîstema çûn û hatinê ya li seranserî herêmên Rêveberiya Xweser, li gorî pîvanên ku barê welatiyan sivik dikin.

(mh/fr)

ANHA