Di êrişa DAIŞ’ê li Dêrazorê de endamekî Ewlekariya Hundirîn birîndar bû

Di êrişa şaneya çeteyên DAIŞ'ê ya li rojhilatê Dêrazorê de, endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bû.

Di êrişa DAIŞ’ê li Dêrazorê de endamekî Ewlekariya Hundirîn birîndar bû
2 tîrmeh, 2025   23:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku şaneyeke çeteyên DAIŞ'ê li gundewarê rojhilat ê Dêrazorê êrişek pêk anî, di encamê de endamekî hêzan birîndar bû.

Fermandariyê di daxuyaniyê de diyar kir ku êriş saet di 12'ê nîvro de ji aliyê 2 çeteyan ve li ser motorsiklêtê bûn pêk hat. Çeteyan, dema ku endamê hêzan li ser erka xwe ya li navendekî ewlehiyê bû, gule yekser avêtin wî, û di dest û sîngê xwe de birîndar bû.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şêniyan endamê hêzan rakirin nexweşxaneya herî nêzik û piştre ber bi nexweşxaneyên Cizîrê ve hat rêkirin.

Fermandariyê destnîşan kir ku şaneyên çeteyên DAIŞ'ê hewl didin bi van êrişan aramî û ewlehiya herêmê têk bibin. Her wiha fermandariyê got ew ê bi ser şaneyên terorîst de bigirin û bi hevkariya hêzên hevbeş û xelkê herêmê wan tune bikin.

(mh/fr)

ANHA