Gerînendetiya Sotemeniyê dê rewşa jeneratoran bişopîne

Gerînendetiya Sotemeniyê ya Herêma Cizîrê diyar kir ku ji ber binpêkirinên ji hêla komîteya beriya niha, êdî dosyaya jeneratoran di bin çavdêriya wan de ye û aşkera kir ku dê dayîna mazotê ji bo navendên xizmetguzariyê berdewam bike.

Gerînendetiya Sotemeniyê dê rewşa jeneratoran bişopîne
7 tebax, 2026   04:49
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Têkildarî pêkanîna rêkarên birêxistinkirina awayê belavkirin mazotê, zêdekirina asta çavdêriyê ya li ser jenerator û benzînxaneyan, xebatên aliyên peywendîdar didomin. 

Di vê çarçoveyê de hevserokê Gerînendetiya Sotemeniyê ya Herêma Cizîrê Izedîn Ferhan ji ANHA`yê re got: “Ji Dêrikê heta Til Temir û Hesekê hezar û 524 jenerator hene, em ji bo jeneratoran mazotê bi 125 lîreyê Sûriyeyê didin, li gorî ruxsetên heyî miqdarê mazota ku ji bo jeneratoran mehane tê dayîn 11 milyon û 800 hezar lître ye. Rêveberî ji bo dayîna vê mazotê mehane 6 milyon û 800 hezar dolar xerc dike.”

Izedîn Ferhan wiha li axaftina xwe zêde kir û got: “Tevî hebûna vê makanîzmayê jî, lê pirsgirêk û astengiyên ku xwediyên jeneratoran derxistin jî hebûn. Me ji bo şopandina dosyaya jeneratoran komîteyeke hevbeş ava kir, piştî şopandina me ya li Qamişloyê, me binpêkirinên xwediyê jeneratoran dîtin, me hesab ji komîteya şopandinê xwest û me endamên wê ji xebatê derxistin. Her wiha Komîteya Şaredariyan û Yekitiya Şaredariyan jî ji vê xebatê hatin dûrxistin.”

Izedîn Ferhan got: “Mazota heyî destpêkê ji bo navendên xizmetguzariyê tê dabînkirin, dosyaya jeneratoran jî êdî di bin çavdêriya me de ye.”

Izedîn Ferhan wiha pê de çû: “Beriya niha jenaratoran erêkirin ji şaredariyan digirt, lê niha biryara ku dê hemû jenerator girêdayî Gerînendetiya Sotemeniyê bin, hat dayîn. Wê komîteyên şopandina rewşa jenaratoran hebin, heke xwediyên benzînxane û jeneratoran binpêkirinan bikin dê hesab ji wan bê xwestin.”

Ferhan got: “Piştî geşedanên dawîn ên li herêmê, di meha Çile û Sibatê de, ji bo dabînkirina pêdiviyên navendên xizmetguzariyê rojane 45 sehrîc ji bo me dihatin dayîn, lê niha bi qedera 3 hezar metrekab ji madeya xam ji me re maye, ew jî rojane 19 sehrîcan dide, ji wan 18 sehrîc ji bo navendên xizmetguzariyê wekî jenerator, firin, kargeh, aş û sehrîcên avê tên dayîn. Hejmara sehrîcên avê jî 618 ne, em mazotê bi 525 lîreyan didin wan.”

Izedîn Ferhan wiha got: “Ji bo zêdekirina miqdarê sotemeniyê ji bo bajarê Hesekê lêkolîn hene, em wek Gerînendetiya Sotemeniyê ji ber nebûna kehrebeyê li herêmê û nebûna avê li Hesekê destpêkê sotemeniyê didin navendên xizmetguzariyê. Pêdiviya parêzgehê bi miqdarên mezin a mazotê heye û em ê ji bo vê yekê jî xebatê bidin meşandin.”

(sb)

ANHA