Di Mîhrîcana Havînê de hunerên Cîhan û Bêrînê

Cîhan Ebdulxefûr ku hunera xwe ya destan di Mîhrîcana Havînê ya Qamişloyê de nîşan daye balê dikişîne ser rola jinan di aborî û çandê de. Bêrîn jî ku beşdara herî biçûk a mîhrîcanê ye, morîkên rengîn veguherandine hunereke balkêş.

7 tebax, 2026   05:55
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

4`ê Tebaxê Mîhrîcanan Havînê ya Qamişloyê li Parka Azadî bi tevlêbûna 200 şîrketên bazirganiyê, saziyên hunerî û yên cur bi cur ên ji Sûriye û Çînê dest pê kir.

Li hola mîhrîcanê hunera jina ciwan a bi navê Cîhan Elî Ebdulxefûr balê dikişîne. Cîhanê ji morik, paç, hermelê, text, seramîk, hesin û kaxezan hunerên bedew çêkirine. Herî zêde tabloyên Şahmaranê bi reng û awayên cuda xêz kirine ku bala her kesî dikişîne. Her wiha wêneyên şehîdan li ser tep û cawan xêz kirine.

Cîhan ji ajansa me re axivî û got: “Ji zarokatiyê ve anku ji 25 sal e ez vî karî dikim. Min dît ku her kes ji karê min hez kir, lewma min hêdî hêdî karê xwe berfireh kir.”

Cîhanê got: “Min ji bo vejandina hemû mîrateya me ya ku dihate jibîrkirin xebat da meşandin. Min hişt her kes behsa wan bike. Ez li wêneyên Şahmîran geriyam û min ji nû re dîzayna wê çêkir. Navê projeya xwe jî kir Şahmîran. Di nava projeya xwe de min wêneyên şehîdan û jinên têkoşer jî bi cih kir.”

BERŞDARA HERÎ BIÇÛK

Zaroka bi navê Bêrîn Azad Hesen (10) jî biçûktirîn beşdara mîhrîcanê ye. Bêrîn hunerên ji morikan çêkirine, dide pêşandan.

Bêrîn Hesen got: “Min tiştên ku jin ji bo xemilandinê li xwe dikin, bi rengên cuda çêkirine.”

Bêrîn Hesen bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ji 2 salan ve ez karê destan çêdikim, ez ji dayika xwe fêr bûm. Destpêkê min zehmetî dît, lê bi demê re min zanebûn girt û bi tena serê xwe çêkir. Ez ji tişta ku çêdikim hez dikim û jin jî ji destkariyên min hez dikin.”

Mîhrîcanan Havînê ya Qamişloyê dê 5 rojan bidome.

(sb)

ANHA