Gerînendetiya Avê ya Çilaxa jenetorên kehrebê li 5 bîrên ava vexwarinê danîn

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelek binesaziyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de kehrebe li ser gelek saziyên xizmetguzariyê qut bû. Ji ber wê Şaredariya Gel a Çilaxa li 5 bîrên ava vexwarinê jenetor danîn.

1 mijdar, 2024   07:40
QAMIŞLO
BESNE ŞEMO

Di êrişên dewleta Tirk a dagirker de zirarekî mezin gihîşt binesaziyan û stasyonên kehrebê, bi wê re xelkê herêmê ji kehrebê û avê mehrûm bûn.

Hemwextî vê rewşê, Gerînendetiya Avê ya bajarê Çilaxa lez kir ku jenetoran li 5 bîrên ava vexwarinê yên li gund û taxên bajarê deyne da ku ava ji welatiyan re were peydakirin. Her wiha jenetorek gerok jî ji bo pêxistina bîrên din hatiye hazirkirin.

Gerînendetiyê ji bo bîrên gundên Hemra, Zexîra û Kerhok Şerqî 3 jenetor amade kirin, her wiha ji bo taxên Selahedîn û Mesrif jenetor amade kirin.

Welatiyê bi navê Cefole Selmo ya ji gundê Kerhok diyar kir ku piştî hedefgirtina stasyonan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, ew ji kehrebeyê bê par man.

Girêdayî şixulandina bîran bi rêya jeneratorên kehrebeyê, Gerînendetiya Avê dê bi komînên gund û taxan re bicive da ku bernameya pêxistina jeneratoran diyar bikin.

Hevserokê Şaredariya Gel a bajarê Çilaxa Feysel El Hisên destnîşan kir ku di dawiya 2023’yan de dîsa dewleta Tirk a dagirker binesaziya herêmê hedef girtin û welatî ji av, kehrebe û gazê bêpar mabûn û got: “Niha jî dagirkeriyê gelek saziyên xizmetguzariyê hedef girtin û karesatek çêkir."

El Hisên diyar kir ku wan jenerator ji 5 bîran re danîne û generatoreke gerok ji bo bîrên li gundan amade kiriye û got: “Em hewl didin tabloyên enerjiya tavê ji bo bîran peyda bikin û em ê bi îsrareke mezin li hemberî hemû zehmetiyan bisekinin.”

(mh/fr)

ANHA