’Li Sûdanê 600 zarok ji birçîna mirin’ 

Rêxistineke têkildarî mafên zorokan diyar kir ku li Sûdanê di mehên dawîn de 600 zarok ji berçîna jiyana xwe ji dest dane.

’Li Sûdanê 600 zarok ji birçîna mirin’ 
10 hezîran, 2024   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Neteweyî ya Zarokan a Sûdanê ragihand ku di mehên dawîn de li welat 600 zarokan ji birçîna mirine. Li gorî meclisê li herêma Darfûr a li rojavayê welat tenê bi sedan zarok mirine û zêdekirî 10 hezar zarok ji ber şer birîndar bûne.

Sekreterê Giştî yê Meclisa Neteweyî ya Zarokan Ebdulqadir Ebdullah got, bi kêmanî 300 agahî li ser windakirin an revandina zarokan wergirtine.

Berdevkê Rêxistina Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) li Sûdanê Osman Şîba jî got, kêmbûna gihandina xizmetên bingehîn, belavbûna nexweşiyan û xerabûna ewlehiya xwarinê metirsiyek mezin e li ser jiyana bi milyonan zarokên jêrî 5 salî çêdikin.

Osman Şîba diyar kir ku 350 zarokên ku ji aliyê artêşê ve hatine girtin, li Eyaleta Cezîrê bi Hêzên Piştevaniya Lezgîn re şer dikirin û got, hemahengî bi UNICEF û aliyên din re berdewam e da ku wan zarokan piştî tedawiya derûnî vegerînin malbatên wan.

(bb)