Gerîla lêda: 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gerîla de yên bi wesîleya salvegera şehadeta fermandar Bêrîtan (Gulnaz Karataş) hatin lidarxistin de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 3 jî birîndar bûn.

Gerîla lêda: 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
25 cotmeh, 2024   14:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuynaiyêkî çalakiyên gerîla eşkere kirin û wiha got: “Hêzên me di çalakiyên bîranîna fermandara me ya nemir hevrê Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de 5 dagirker ceza kirin ku yek jê fermandarekî bi paye yê bi navê Yûsûf bû û 3 dagirker jî birîndar bûn. Her wiha çek û alavên leşkerî yên li ser dagirkeran hatin desteserkirin.”

 Daxuyanî bi vî rengî ye:

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

24’ê Cotmehê saet di 11:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê dagirkeran hewl dan xwe nêzî tunelên me yên şer bikin. Hêzên me ev dagirker xistin bin kontrola xwe û piştre çalakiyeke êrişê kirin. Ji nêz ve bi bombeyên destan û çekên ferdî destpêkê li fermandarê yekîneyê û piştre jî li dagirkerên din xistin. Li vê derê bi giştî 4 dagirker hatin cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn. Hate tespîtkirin ku navê fermandarê dagirker ê hate cezakirin Yûsûf e. Hêzên me çûn ser cenazeyên dagirkerên hatin cezakirin û dest danîn ser çeka ferdî ya HK-416, 30 fîşek, lazera çekê, fenereke çekê, 2 kêr, êlekekî êrişê, 3 şarjor, telefonek, cîhazeke Aselsanê ya ragihandinê û belgeyên dagirkeran.

24’ê Cotmehê saet di 11:40’î de li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê teqemeniyên dagirkeran bi taktîka sabotajê hatin îmhakirin.

Li Herêma Xakurkê;

24’ê Cotmehê saet di 14:10’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Meskenê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Li Herêma Metînayê;

24’ê Cotmehê saet di 12:30’î de li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

25’ê Cotmehê saet di 08:00 de li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hat xistin û dagirkerek birîndar bû. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

24’ê Cotmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

24, 25’ê Cotmehê li Herêma Qendîlê qadên Şêxan, Silê, Bêpala, Sûredê 8 caran, li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Sinînê, Berbizinê 3 caran, li Herêma Garê qadên Girê Mesken, Şehîd Aslan, Sêdarê, Girê Reşît, Siyanê, Ergenê, Mam Nêçîr 11 caran; bi giştî 22 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

24’ê Cotmehê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Sinînê, Girê Şekîf, Şehîd Şerîf 6 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 5 caran; bi giştî 11 caran bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.”