YBŞ’ê nasnameya şehîdên êrişa dewleta Tirk ragihand

Fermandariya YBŞ’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku 6 şervanên wan di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê de şehîd bûn.

YBŞ’ê nasnameya şehîdên êrişa dewleta Tirk ragihand
25 cotmeh, 2024   14:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) têkildarî nasnameya şervanên ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên di nava sê rojan ên li ser Şengalê de gihiştîn asta şehadetê, daxuyaniyek belav kir.

Daxuyaniya YBŞ’ê wihaye:

“Di van 3 rojên dawiyê de dewleta Tirk ya dagirker û qirker hem bi balafirên şer hem jî bi balafirên bêmirov yê SİHA êrişên berfireh ser Şengalê pêkanîn. Bi giştî 16 cîh bombebarankirin. Piraniya van cîhên hatine bombebarankirin cîhên ku medenî lê jiyandikirin bûn. Me beriya niha jî dabû diyarkirin ku dewleta Tirk ya faşîst bêyku ferk û cûdahiyê têxe nava medenî û leşkerî de bi şêwazekê seransere- çawalêhato ve êriş dike. Di encama van êrişan de jî gelek caran medenî birîndar bûne an ji şehîd bûne. Dewleta Tirk a dagirker şeva 24’ê Cotmehê devera Barê ya li komelgeha Xanesorê bombebaran kir û di encama vê êrişê de hevrêyê me Rojhat Ereb şehîd bû. Her wiha di êrişa dewleta Tirk a faşîst ku şeva 25’ê Cotmehê ku bi balafirên şer pêkaniye de 11 cîh hatin bombebarankirin û carek din nava gund û bajaran jî hate hedef girtin. Di heman demî de di encama vê êrişê de ku şeva 25’ê Cotmehê pêkhatiye 5 hevrêyên me gihîştine şehadetê hevrêyekî me jî birîndar bû.

Nasnameya 6 hevrêyên me yên şehîd bûyîn wiha ye;

Nasnav: Nemir Helîqî

Nav: Heval Nemir Qasim Elî

Navê Dayîk: Bihar

Navê Bav: Qasim Elî

Cih û Dîroka Şehadetê: 25 Cotmeh 2024 – Barê

Nasnav: Orhan Şengal

Nav: Ûmran Ehmed Qasim Qolo

Navê Dayîk: Nofa

Navê Bav: Ehmed

Cih û Dîroka Şehadetê: 25 Cotmeh 2024 – Barê

Nasnav Dilbirîn Şengal

Nav: Ezîz Xeyro Cirdo

Navê Dayîk: Gulê

Navê Bav: Xeyro

Cih û Dîroka Şehadetê: 25 Cotmeh 2024 – Barê

Nasnas: Azad Şengalî

Nav: Raîd Xalid Husên

Navê Dayîk: Xezal

Navê Bav: Xalid

Cih û Dîroka Şehadetê: 25 Cotmeh 2024 – Barê

Nasnav: Dilgeş Şengalî

Nav: Selah Hesen Emer

Cih û Dîroka Şehadetê: 25 Cotmeh 2024 – Barê

Navê Kod: Rojhat Ereb

Nav: Wead Hemed Hîwed Hîklê

Navê Dayîk: Xidiriya Hewad Salîm

Navê Bav: Hemed Hîwed Hîklê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 24 Cotmeh 2024 / Barê

Hevrêyên me Nemir, Azad, Ezîz, Orhan, Dilgeş û Rojhat ku her yek ji wan di dîrokê cûda de beşdarî nava refên têkoşînê bûne, bûn xwedî jiyanekê bedew û birûmet. Van hevrêyên me bi sekin, jiyan, fedekarî, kedkarî, cesaret û îradeya xwe ve ji bona me nirxekê pir mezin ya têkoşînê hiştin. Xwedî li çanda berxwedêr a civaka xwe derketin. Bi taybetî malbatên me yên ji eşîrên civaka me ê eşîra Hebabî, eşîra Helqî û eşîra Feqîr di dîroka têkoşîna civaka me de xwedî cihekê bi nirx û watene. Di her serdema dîrokê de bûne xwediyê têkoşîna welatparêzî û xwe ji bedel dayînê nedane paş. Ev hevrêyên me jî bi heman ferasetê mezin bûne, rastiya civaka xwe jiyankirine, xwedî li nirx, bawerî, pîrozî, ol, çand û zimanê xwe derketine. Van hevrêyên me ev çanda resen di kesayetên xwe de bi jînkirine û bûne berdewamiya vê dîroka qehremaniyê. Di nava refên têkoşînê de ev zanist û feraseta xwe kirin bingehê hêza tolgirtin û ji dagirkeran hesap xwestinê. Tû caran teslîmiyet û jiyanekê ji rêzê jiyankirin, ji bo xwe ne pejirandin û tenezûlê pergalê nekirin. Di her kêliya jiyana xwe a têkoşînê de xwe tû carî ji ked dayînê, xizmet kirin û bedel dayînê nedan paş. Kîjan erk dibe bila bibe, li kûderê xizmet pêwîst dikir bila bike û kijan şert û mercan de dibe bila bibe hertim bi xwestek û bi keyfxweşiyekê ji bo pêkanîna erkên xwe amadebûn. Ji bo wê jî hevrêyên me Nemir, Azad, Ezîz, Orhan, Dilgeş û Rojhat wê ji bo me bibin mînakên herî bedew ê rast jiyankirin û beşdarbûyînê. Çawa ku di dîrokê de ji dagirkeran hesabên mezin hatine xwestin û tola dîrokê hatiye girtin helbet di şexsê van hevrêyên me de wê tola hemû şehîdên me ji dijminê civaka me werine xwestin. Em weke hevrêyên wan soza vê yekê carek din dûbare dikin. Ev êrişên bêbext û tirsonek wê me tûcarî ji têkoşîna me durnexe, berovajiya wê dê me zêdetir xûrt bike. Dijminên me îro vê yekê jî baş dizanin. Ne tenê îro di dîrokê de ev hatiye şênberkirin ku dijmin wê nikare me tûne bike û axa me dagir bike.

Dewleta Tirk ya dagirker û qirker bi van êrişên xwe ve carek din rastî û rûyê xwe ê dijminatiya civaka me da diyarkirin. Dewleta Tirk di dîrokê de dijminê me Êzidiya ye. Dijminê bav û kalên me ye. Di 70 fermanên ku li ser civaka me pêkhatîn de destê dewleta Tirk tê de heye. Lê belê divê dewleta Tirk a qirker jî bizanibe çawa ku bav û kalên me li hemberî wê şerkirine em neviyên wan jî emê bi heman rengî bi mezintirîn şer bikin. Bi taybetî em hêza parastina civaka xwe YBŞ-YJŞ ji herdemî zêdetir xwedî wê hêzêne ku civaka xwe li hemberî hemû cûre êrişan biparêzîn û şerbikîn. Nimûneya vê yekê jî şerê ku me li hemberî çeteyên DAIŞ’ê daye raberkirin şênberiya vê yekê ye. Em li hemberî DAIŞ’ê serketin. Emê ji îro û şûnde jî bi heman rih û baweriyê ve serkeftî bibin. Heya niha me di fermanan de şehîd û berdêl didan. Lê ji îro û şûnde emê jibo azadiya civaka xwe şehîdan bidin, bedelan bidin û têbikoşin. Ji xwe dewleta Tirk a dagirker ji vê yekê ditirse, eger dewleta Tirk a faşîst ji me YBŞ û civaka me ditirse tê wê watêyê ku em berbi serkeftinê ve dimeşin.

Ji bo wê jî çendî bi êrişên xwe berdewam bike em jî bi tûndî li hemberî êrişên wî bersivên pêwîst bidin. Eger êrişê me û civaka me bike divê gelek hesaban ji bike. Em dizanin ku dewleta Tirk ne bi tena serê xwe van êrişan pêktîne. Bi taybetî yê ku bingehê van êrişan ji bo dewleta Tirk çêdike PDK bi xwe ye. Em viya baş dizanin. Ev şênbere. Di aliyê navneteweyî de jî hêzên ku berpirsiyarin û di heman demî de çavên xwe ji êrişên dewleta Tirk re digirin pêwîste êdî li ber berpirsiyariyên xwe rabin. Bi taybetî hikûmeta Iraqê û hêzên koalîsyona Navnetewî divê dimildest li ber berpirsiyarên xwe rabin, çavên xwe ji êrişên pêktên re negirin û berpirsiyartiyên xwe bizanibin.

Her wiha divê civaka me jî bi rihê têkoşerî û berxwedêriya şehîdan ve tevbigere. Divê baş bê zanîn ku ji derveyî berxwedaniyê tû rê li pêşiya me nîne. Em ketibin vê riyê, em ji bo serkeftinê ketine vê riyê. Em ji bo keramet û şerefê ketine vê rêyê. Em ji bo armancekê ketine vê rêyê. Em weke hêza parastina civaka xwe YBŞ-YJŞ çi dikeve ser milê me pêkanîn û çi bedel pêwîst bike em amadene bidin. Ji bo wê jî ji her demê zêdetir derfet û destkeftiyên ku berxwedanî mezin bibe hatine bidestxistin. Rih, bawerî, îrade, zanistî, fedekarî û cesaretekê mezin hatiye afirandin. Helbet ev yek di encama ked û qehremaniyên mezin de hatiye bidestxistin. Yên ku ev yek ji bo me afirandine bêgûman hevrêyên me yên şehîdin. Em bi saya wan şehîdan îro têkoşînekê mezin didin. Eger îro di Şengalê de em bibin hêza herî xurt ev bi saya bedel û keda hatiye dayîn ve çêbûye. Ev me di şerê li hemberî DAIŞ’ê de ji raber kir. Kesên xwedî çek û hêzên mezinbûn li hemberî DAIŞ’ê berxwe nedan, reviyan û bûn navê îxanetê. Lê me weke gel û hêza parastinê mezin têkoşîn kir û me rêya jiyanekê bi wate û bi şeref esas girt. Çawa ku me ev şer biserxist emê li hemberî dewleta Tirk a dagirker jî vî şerî serbêxîn. Bila tû gûmanên kesekê çênebin.

Ji ber ku YBŞ-YJŞ li ser esasê armancekê hatiye avakirin û rêxistinkirin. Ji bo wê jî cihê berxwedaniyê ye, cihê ji dagirkeriyê hesap xwestinê ye, cihê tolgirtinê ye, cihê şeref û kerematê ye, cihê serfiraziyê ye, cihê mezin jiyankirin û têkoşînkirinê ye. Cihê xwe zanîn û naskirinê ye. Weke hêza parastina civaka xwe em bûne xwedî ezmûn û daneheviyekê mezin a li ser feraseta Netewa Demokratîk têkoşîn dike. Li ser esasê hişmendiya civakek demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê têdikoşeye.

Di heman demê de bêdengiya hikumeta Iraqê cihê şermezariyê. Ax û serweriya wê tê binpêkirin. Hemwelatiyên wê tê hedef girtin. Lê mixabin tu helwestek cidî raber nake. Ev bêdengiya hikumeta Iraqê di mede wek civaka Êzidî gumanan bi pêş dixe. Divê hikumeta Iraqê li erk û berpirsiyarên xwe yên hember serweriya ax, hemwelatî û ezmanê xwe xwedî derkeve.

Her wisa hêzên navdewletî û Koalîsyonê jî divê xwedî helwestbin. Ji ber ev êriş ji derveyî hemû peyman û qanûnên navnetewî ye.

Ji bo wê jî divê civaka me jî ji herdemî zêdetir ji bo xweserî û azadiya xwe bi cesaret, berpirsiyar û bi zanistî tevbigere. Me di vê oxirê de gelek bedelên giran dan, me gelek şehadet dan. Divê em di rêya van şehîdan de bimeşîn û van şehîdan ji bo xwe esas bigirîn. Em encex divê rêyê de dikarin bigîhîjin serkeftinê. Ji ber ku ev nirx û destkeftiyên hatine avakirin bi keda şehîdan a 10 salan ve hatiye afirandin. Erka me jî ewe divê em teqez xwedî lê derbikevin.

Ev şehîdên me ku di van 3 rojên dawiyê de me dane, wan jî bi heman rengî xeta şehîdan a Mam Zekî, Zerdeşt, Seîd Hesen Seîd, İsa, Dijwar, Pîr Çeko, Nujîn, Berîvan, Nujiyanan esas girtin, bi rihê van şehîdan jiyankirin, YBŞ û têkoşîn xurtkirin û mezinkirin. Helbet wê ji bo me jî bibin çavkaniya hêza têkoşîn û berxwedanê. Bi vî rihî ve li her cihî li hemberî dagirkerî û êrişan têkoşînkirin û bûn xwediyê kedekê mezin û bedew. Ev rihê şehîdan, berxwedaniya wan, bawerî, cesaret û fedekariya wan wê hertim li pêşiya me bibin ronahiya rêya zaferê.

Ser vî esasî em carek din sersaxiyê ji malbatên şehîdên xwe Nemir, Azad, Ezîz, Orhan, Dilgeş, Rojhat û di şexsê van malbatên xwe de jî ji tevahiya malbatên şehîdan û civaka xwe re dixwazin. Em soza xwe ya di xeta şehîdan de jiyankirin û têkoşînkirinê; xeyal û armancên şehîdan pêkanînê carek din di şexsê van hevrêyên xwe de dûbare dikin. Em dibêjîn di xeta şehîdan de an jiyaneke azad, bi rûmet û serbilindî emê jiyan bikin an jî emê tû jiyanekê dinê ji bo xwe nepejirînin.”