Şêniyên Qamişloyê: Em heya dawiyê bi Rêber Apo re ne

Şêniyên Qamişloyê diyar kir ku ew heya dawiyê bi Rêber Abdullah Ocalan re ne û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan re helwesta xwe nîşan daye ku ne ji çareseriyê re, xwe ji bo şer amade kiriye.

Şêniyên Qamişloyê: Em heya dawiyê bi Rêber Apo re ne
25 cotmeh, 2024   14:35
QAMIŞLO
BAZ MORDEM

Şêniyên Qamişloyê têkildarî hevdîtina Omer Ocalan a bi Rêber Abdullah Ocalan re ji ajansa me ANHA’yê re axivîn.

Rêvebera Meclisa Jinan a Saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Foza Yûsiv diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan û gel amade ye ku pirsgirêkên herêmê çareser bikin û destnîşan kir ku ger dewleta Tirk a dagirker di bin maseyê de bi hin dewletê din re lîstokan neke û ji Rêber Abdullah Ocalan re derfetê bide, dê gelek pirsgirêk çareser bibin.

Foza Yûsiv bal kişand ser êrişên dewleta Tirka a dagirker û diyar kir ku pêwîstî pê heye ku yekser helwesta xwe zelal bike û got: “Dewleta Tirk a dagirker ji Şengalê heya bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên xwe li ser sivîlan didomîne. Ev jî tê wateya ku ji bo aştî û çareseriyê tu amadekariyên wan nîn in, berovajî vê ya mirov dibîne ku dewleta Tirk a dagirker xwe ji bo şer amade kiriye.”

‘GELÊ HERÊMÊ HELWESTA XWE DIYAR KIR Û GOT:EM BI RÊBER APO RE NE’

Foza Yûsiv da zanîn ku derveyî partiyan gel helwesta xwe zalal nîşan daye û destnîşan kir ku ew bi gotinên Rêber Abdullah Ocalan, bi aliyê çareserî û aşîtiyê re ne.

Îbrahîm Mehmûd jî diyar kir ku bi pêk hatina hevdîtinê ya bi Rêber Abdullah Ocalan re ew pir kêfxweş bûne û da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan tenê ne rêberê gelê Kurd e, di heman demê de rêberê hemû pêkhateyên ku li herêmê ne ye.

Îbrahîm Mehmûd destnîşan kir ku fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan felesefeyeke mirovî ye û got: “Rêber Apo çi bi bêje em heya dawî bi dil û can pê re ne. Em bi şehîdên xwe ve girêdayî ne, em ê heya dawî têkoşîna xwe jî bilind bikin.”

‘EM JI BO PARASTINA RÊBERTÎ Û GELÊ XWE LI HEMBER HEMÛ ÊRIŞAN AMADE NE’

Mehmûd bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker jî û diyar kir ku bi van êrişan dê nekare gel bitirsîne û îşaret pê kir ku ew ji bo parastina Rêbertiya xwe û gelê xwe li hember hemû êrişan amade ne.

Îbrahîm Mehmûd di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bi hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan hemû gelên herêmê kêfxweş bûne û got: “Ger dewleta Tirk di vî milî de gavekê bi avêje, em amade ne û heya dawî li pey Rêber Apo ne.”

Her wiha endamê Meclisa Saziya Malbatên Şehîdan Saed Seîd Xelef jî diyar kir ku ew heya dawiyê li pey fikir û nêrînên Rêber Abdullah Ocalan in û got: “Ji ber ku Serokatî dibêje em her tim bi aştî û bi azadiyê re ne.”

ANHA