Geraca alavan a li Kobanê hate bombebarankirin

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker geraca alavan a li başûrê Kobanê bombebaran kir.

Geraca alavan a li Kobanê hate bombebarankirin
24 mijdar, 2023   15:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya çend kêliyan balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker geraca alavan a li navçeya Sirînê ya başûrê Kobanê bombebaran kir, lê tu agahiyên din nehatin bidestxistin.

Di 27′ saetan ev êrişa 7′an e, di encama êrişên berê de 3 welatî şehîd bûbûn û 8 welatî birîndar bûbûn.

Dewleta Tirk a dagirker ji 4′ê Cotmehê ve bi rê û rêbazên cuda, bi balafirên şer û bêmirov û çekên giran êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin.

(fr)

ANHA