Dema diçûn nav zeviyên zeytûnan êrişî wan kirin

Birîndarekî êrişa dewleta Tirk a dagirker got “Sibehê ez û 6 karker û malbata xwe diçûn berhevkirina zeytûnan. Dema em gihaştin nav zeviyê, balafireke bêmirov êrişî me kir.”

Dema diçûn nav zeviyên zeytûnan êrişî wan kirin
24 mijdar, 2023   16:15
MINBIC

Di saetên sibehê de, balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li gundê Bûxaz ê Minbicê yê nêzî eniyên şer, karkerên berhevkirina zeytûnan bombebaran kirin. Di encamê de welatiyê bi navê Mihemed Hemîd Şêxo birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Berkel a bajar.

Mihemed Şêxo têkildarî êrişê agahî dan ANHA′yê. Şêxo got: "Vê sibehê ez û 6 karker û malbata xwe diçûn berhevkirina zeytûnan. Dema em gihaştin zeviyê, balafireke bêmirov em kirin hedef. Ez û jineke din bi sivikî birîndar bûn.”

Şêxo wiha domand: "Beriya hefteyekê dema em diçûn ser zeviyên zeytûnan, dewleta Tirk a dagirker li heman cihî bi obusan li me da.”

Şêxo destsnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker debara wan dike hedef û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ne leşker in, me çek hilnegirtiye, lê em cotkar in.”

) bb)

ANHA