Çarenûsa Kurdên li Îranê hatin binçavkirin, nayê zanîn

Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku di nava du heftiyan de li Bokan û Merîwanê 4 welatiyên Kurd hatine binçavkirin, lê heya niha jî aqûbeta wan nayê zanîn.

Çarenûsa Kurdên li Îranê hatin binçavkirin, nayê zanîn
29 gulan, 2024   15:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku rejîma Îranê di nava du heftiyan de 4 welatiyên Kurd li bajarên Bokan û Merîwan yên Rojhilatê Kurdistanê binçavkiriye.

Hate gotin ku heya niha jî aqûbeta kesên hatine binçavkirin nediyare.

Hêjayî gotinê ye Îranê di 23’yê Gulanê de jî li Pîranşarê 3 welatiyên Kurd binçavkiribû û hîn jî aqûbeta wan jî nayê zanîn.