Ermen û êzidî: Divê modela Rêveberiya Xweser li Sûriyeyê pêk bê

Ermen û êzidiyên li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma Baasˋê daxwaza mafên xwe dikin ku bi salane hatine paşguhkirin û çewisandin, her wiha bang dikin ku modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li tevahî Sûriyeyê bikeve partîkê.

Ermen û êzidî: Divê modela Rêveberiya Xweser li Sûriyeyê pêk bê
14 ÇILE, 2025   02:35
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN-BOTAN EREB

 Rejîmên li Sûriyeyê mafên Ermen û êzidiyan ku ji xelkê resen ê herêmê ne paşguh kirin. Ev her du pêkhate di dema navbera Şerê Cîhanê yê Yekemîn û Duyemîn de û heta beriya wê jî di komkujî û qirkiran re derbas bûn.

Li Sûriyeyê jî rejîma Baasˋê pêkhatên irqî û olî çewisandin, bê maf û naskirin hiştin û weke hemwelatiyên di radeya herî jêr de dihatin hesibandin.

Der barê rewşa her du gelên Ermen û Êzidî de ajansa me bi rewşenbîran re hevdîtin pêk anîn û li ser hêviyn wan ên têkildarî pêşeroja Sûriyeyê de nêrîn girtin.

ˊGIŞTÎKIRINA MODELA RÊVEBERIYA XWESERˊ

Rêveberê Komîteya Çand û Hunerê û Perwerdê ya Meclisa Civakî ya Ermenî û lêkolînerê dîroka gelên resen Hena Somî li ser mijarê axivî û got: "Em îro di demeke zehmet re derbas dibin. Sûriyeyê tenê bi rengekî dijî û ew reng jî tarî ye. Lê pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevahî rengên biharê ne. Ev rengên bedew semfoniyeke pîroz ji Suryan, Kurd, Ereb, Asûr, Tirkmen, Çeçen û tevahî pêkhateyan çêkir. Ev yek tevahî bi saya Rêveberiya Xweser e ku di Hevpeymana Civakî de mafên siyasî, çandî, civakî û aborî yên tevahî etnîk, mezheb û olan hatiye dayîn e."

ˋ(ME) LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ LI HEMBER EGOYÊ (EZ) BI SER KETˊ

Somî wiha domand: "Rêveberiya Xweser tevahî gel û mezhet parast û ji wê girîngtir jiyana ku mirov di oxira wê de tê bikoşe nîşan da. Ji lew re tevahî pêkhateyan di yek xendekê de di xendeka neteweya demokratîk û biratiya gelan de parastina xwe kir û tê koşiya û li hember her kesê ezezîtiyê îdia dike bi ser ket. ˋMeˊ ya pîroz û bedew li hember ego (ezezîtî) ya ferdî, patîtî, neteweyetê, ola radîkal bi ser ket."

Soma bang kir ku divê modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li tevahî xaka Sûriyeyê belav bibe û got ev yek daxwaza tevahî sûriyeyiyan e û li kêlek wê jî daxwaza ku bi aştî û ewle bijîn û tevahî şêweyên şer û kuştinê bi dawî bibin.

Der barê hewldanên lidarxistina konferanseke nîştimanî ji bo Sûriyeya nû de Somî wiha pê de çû: "Divê konferans li ser xaka Sûriyeyê were lidarxistin. Ji ber ku tevahî li vir in. Ji mafê QSDˋê ye ku beşdarî konferansê bibe, ji ber ku hêza yekane ya ku ji tevahî pêkhateyan pêk tê û armancên wê hene. Wê fikra tarî û DAIŞ têk bir. Rêveberiya Xweser tevan qebûl dike. Ev yek jî nîşaneya rihê pîroz û nirxên exlaqî ye."

ˋRÊVEBERIYA XWESER MAFÊN TEVAHÎ PÊKHATEYAN PARASTˊ

Li aliyekî din jî hevserokê Mala Êzidiyên kantona Cizîrê û endamê Meclisa Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê Îsmaîl Delf axivî û got: "Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji destpêka damezrandina xwe ve hewl dide tevahî pêkhateyan biparêze û pêkhateyekê yan jî etnîkekê yan jî olekê bi dûr nexe. Me ev yek di gelek cih û biryarên derxistine de dîtin."

Delf wiha domand: "Dem em bixwazin herêmên me û herêmên Sûriyeyê yên din hevrû bikin, em ê bibînin projeya Rêveberiya Xweser projeya herî biewle û serkeftî ye; tevahî pêkhate ji aliyê ewlehî ve parastin û tu wêranî mîna herêmên din ên Sûriyeyê tune ne. Ji wê zêdetir di aliyê rêveberî û leşkerî de xwe bi rê ve bir."

Delf wiha li gotinên xwe zêde kir: "Ji zêdetirî 10 salan ve gelek konferans li piranî dewletan mîna Frans, Brîtanya û Rûsyayê hatin organîzekirin, tu encamên erênî ku bikevin xizmetî gelê Sûriyeyê ji wan derneketin. Konferansên neplankirî yên ku tê de nûnerên tevahî pêkhateyan beşdar nebin zehmet e encamên girîng û erênî jê derkevin."

Der barê hêviyên êzidiyan piştî hilweşîna rejîma Baasˋê de Delf wiha got: "Piştî hilweşîna rejîma Baasˋê em bi hêvî ne konferansên bê bikevin xizmetê gelê Sûriyeyê. Divê xwediyên doz û xakê beşdar konferansan bibin. Pirî caran kesên beşdarî konferansan dibin dûrî êşên ku gelê Sûriyeyê kişandin in. Dema ku kesên ji bo gel parastin û şer kiriye beşdar bin wê helbet dengê me bigihînin wir, wê mafên me biparêzin û konferans bi ser bikeve."

Delf wiha gotina xwe bi dawî kir: "Rola civaka êzidî di tevahî aliyan de bandorker bû û cihê wê di Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî de heye û şehîd jî hene. Ji lew re divê di Sûriyeya pêşerojê de beşdar be. Daxwaza me wek daxwazên gelê Sûriyeyê ne ku ew jî mafên xwe bi dest bixin. Em bi hêvî ne rêveberiya ku Sûriyeya nû bi rê ve bibe guhartinên bikevin tevahî xizmetî civakê pêk bîne."

(fr)

ANHA