Yekitiya neteweyî ya kurdî kilîta mîsogerkirina mafên wan e-DIYAA ISKENDER

Yekitiya neteweyî ya kurdî kilîta mîsogerkirina mafên wan e-DIYAA ISKENDER
14 ÇILE, 2025   07:05

Kurdên li Sûriyeyê bi salan ji be zilm û paşguhkirinê êş kişandin. Zilma li ser Kurdan di serdema serweriya Partiya Baasê (8ˈê Adara 1963ˈan- 8ˈê Kanûna 2024ˈan) de di lûtkeyê de bûn. Tevî ku êşa vî gelê ne bi derketina Baasê de dest pê kiribû jî, lê serdema Baasê di jiyana siyasî û ya civakî de mohrên dijwar hiştin.

Di sala 1962ˈyan de rejîma Baasê li herêma Cizîrê ya Sûriyeyê serjimariyek çêkir û nêzî 120 hezar Kurd ku wekî "biyaniyan" pênase kir bê nasname hiştin. Li ser vê yekê jî ev Kurd ji mafên xwe yên sivîl mehrûm man.

Di sala 1973ˈyan de hikumeta Şamê li herêma bakurê Sûriyeyê ku piraniya niştecihên wê Kurd e projeya "Kembera Erebî" ya guhertina demgorafî pêk anî. Di çarçoveya vê projeyê de Kurd ji warên wan hatin dûrxistin û Ereb li şûna wan hatin bicihkirin. Zêdetirî vê yekê navên erebî li gund û bajarokên Kurdan kirin.

Pêkanînên rejîmê, li vir sînordar nema. 12ˈê Adara 2004ˈan, li Qamişloyê dema maça fotbulê ya di navbera Tîma Cîhad a ji Qamişlo û Tîma Fitiwê ya ji Dêrazorê de, hêzên ewlehiya Sûriyeyî hin Baasiyên nîjadperest li dijî hezkiriyên Tîma Cîhad sor kirin. Li hemberî vê hewldanê serhildanek rabû. Hêzên ewlehiyê yê rejîma Baasê bi guleyan bersiva serhildanê da, hejmarek Kurd qetil kirin û gelek kes jî girtin.

Bi destpêka tevgera gel a li dijî rejîma Baasê (2011) re, rewşa Kurdan aloztir bû. Kurd hem ji aliyê rejîma Baasê ve û hem ji aliyê komên çekdar ve rastî gelek binpêkirinan hatin. Lê tevî vê yekê jî Kurdan bi beşdariya Ereb, Suryan, Asur û Ermen sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li herêmên xwe îlan kirin û hêzên xwe yên taybet ava kirin. Li gorî vê sîstemê her pêkhateyek mafên xwe yên çandî, civakî û siyasî pêk tînin. Di vê nimuneya demokratîk de saziyên xwecih yên zelal ên hevbeş hatin avakirin, heta radeyeke nisbî istiqrar li herêmê çêbû û ji gelek gefan hatin parastin.

Lê di heman demê de dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete êrişê herêmên Kurdan ên li Bakurê Sûriyeyê kirin. Di encama êrişan Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Bab, Ezaz û Raî dagir kirin. Li bakurê rojhilatê bajar jî gelek gund dagir kirin. Ji dagirkeriyê bi deh hezaran sivîl ji warê xwe bûn, di nav de stasyonên ceyranê, av û nexweşxane, binesaziyeke berfireh wêran bû. Tevî hewldanên Rêveberiya Xweser ên jinûve avakirina van herêman jî, lê dewleta Tirk êrişên xwe li ser binesaziya herêmê didomîne. Ji ber vê yekî aloziyeke mirovî çêbû.

Piştî 54 salan ji despotî û dîktatoriyê, rejîma Baasê di dawiya 2024ˈan de hilweşiya û Heyet Tehrîr El Şam a bi serkêşiya Ebû Mihemed El Colanî Şam û hin parêzgehên din kontrol kirin. Bi vê re jî bi armanca nîqaşkirina siberoja welat, niyetên lidarxistina kongreyeke nîştimanî ya hêzên siyasî yên Sûriyeyê derketin pêşin. Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga lidarxistina kongreyekê neteweyî ya partî û kesayetên kurdî kir da ku bighêjin lihevkirinekê ku nûnertiya daxwazên gelê Kurd bike.

Bê gumn Tevî nakokiyên wan ên siyasî yekitiya partiyên kurdî yên li Sûriyeyê pêwîstiyeke stratejîk e.  Parastina mafên Kurdan, naskirina nasnameya çand û zimanî ya Kurdan, piştevaniya demokrasiyê, mafên mirovan, têkoşîna li dijî gendeliyê, belavkirina serwetên welat bi awayekî adilane daxwazên bingehîn ên tevahî partiyan e.  Hemû partî di berxwedana li dijî gef û êrişên li ser welat de çi ji aliyê Tirkiye be, an DAIŞˈê be an jî komên din be ve dibin yek.

Di vê çarçoveyê de, ji bo beşdariya kongreya nîştimanî, avakirina şandeyeke yekgirtî ya partiyên Kurdî gaveke girîng ber bi pêkanîna yekitiya siyasî ve ye. Bi şandeya hevbeş dê hêza Kurdan a pêşkêşkirina daxwazên yekgirtî pêş bixe, dê parçebûnê wan kêm bike. Her wiha dê Kurdan bike xwedî hêzeke mezintir a diyalogan. Zêdetirî vê yekê dê îmkana wan a pêşkêşkirina nêrîneke berfireh ku nûnertiya hemû pêkhateyên gelê Kurd bi hêz bike. Ev yek jî dê şansê wan ji bo bidestxistina encamên erênî li ser asta navxweyî û navdewletî zêdetir dike.

Yekkirina rêzan rê li ber avakirina hevbendiyên siyasî yên domdar vedike ku mafên Kurdan heya demeke dirêj mîsoger bike. Yekitî dê di heman demê de piştgiriya diyalogê di navbera wan û pêkhateyên mayî yên Sûriyeyê de bike û ji bo avakirina Sûriyeke li ser bingeha lêborîn û wekheviyê dibe alîkar.

Eger partiyên Kurd li ser avakirina şandeyeke hevbeş li hev nekin, dê encamên vê yekê li ser siberoja pirsgirêka Kurdên li Sûriyeyê xetere bin.  

Nebûna tifaqê li ser avakirina şandeyeke yekbûyî ya partiyên kurdî dê encamên xetere li ser siberoja doza kurdî li Sûriyê hebe, dê parçebûna siyasî ya helwesta Kurdan lawaz bike, dê wan di her çareseriyek siyasî ya pêşerojê de dûr bike. Di encamê de dê rê bide aliyên din ku ji dubendiyan wan sûd werbigirin.

Ji bo mîsogerkirina mafên Kurdan û beşdariya bi bandor di avakirina Sûriyeyê de yekitiya kurdan pêwîstiyek e. Ji ber vê yekê divê partiyên kurdî nakokiyên xwe derbas bikin û li hember pirsgirêk û astengiyan bibin yek. Yekitî rêya yekane ya mîsogerkirina helwesteke xurt û bi bandor di diyarkirina Sûriyeya pêşerojê û vekirina asoyên hêviyê ji bo nifşên bê de ye.

(bb)