Gelek rêxistin, kesayetên civakî û siyasî tev li MSD`ê bûn

Gelek rêxistin, kesayetên siyasî, civakî û yên serbixwe tev li MSD`ê bûn û xwedî li nêrîna wê ya siyasî derketin.

Gelek rêxistin, kesayetên civakî û siyasî tev li MSD`ê bûn
20 kanûn, 2023   16:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gel lidarxistina Kongreya 4`emîn a MSD`ê li kantona Reqayê, gelek rêxistinên civakî û siyasî, her wiha kesayetên siyasî yên serbixwe gotin ew tev li MSD`ê bûn.

Rêxistinên ku tev li MSD`ê bûne ev in; Tevgera Ciwanên Sûriyeyê ya Rojavayê Firatê, Partiya Welatparêzên Azad, Meclisa Idlibê ya Xedra, Kongreya Îslama Demokratîk û Tevgera Berxwedanê ya Şoregerî ya Gel.

Kesayetên serbixwe jî ev in; siyasetmedar Beşar Ebdo yê li Fransayê dimîne, şêx Hefel El Hefel ê li DYA`yê dimîne, şêx êla El Xewatne Mihemed Ebûd El Sultan, siyasetmedarê serbixwe yê ji gundewarê Hemayê Ehmed El Daşir.

Kongre li pêşiya dezgehên çapemeniyê girtî didome.

(şx)

ANHA