Dayikên Aştiyê li Tebqayê dest bi greva birçîbûnê kir

Însiyatîfa Gel a ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Dayikên Aştiyê li Tebqayê bi dirûşma "Bi giyanê berxwedana gelên azad em ê tecrîdê bişikînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin" dest bi greva birçîbûnê kir.

Dayikên Aştiyê li Tebqayê dest bi greva birçîbûnê kir
Dayikên Aştiyê li Tebqayê dest bi greva birçîbûnê kir
Dayikên Aştiyê li Tebqayê dest bi greva birçîbûnê kir
Dayikên Aştiyê li Tebqayê dest bi greva birçîbûnê kir
Dayikên Aştiyê li Tebqayê dest bi greva birçîbûnê kir
Dayikên Aştiyê li Tebqayê dest bi greva birçîbûnê kir
Dayikên Aştiyê li Tebqayê dest bi greva birçîbûnê kir
Dayikên Aştiyê li Tebqayê dest bi greva birçîbûnê kir
20 kanûn, 2023   16:01
TEBQA

Însiyatîfa Gel a ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Dayikên Aştiyê li goristana şehîdan a kantona Tebqayê bi dirûşma "Bi giyanê berxwedana gelên azad em ê tecrîdê bişikînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin" dest bi greva birçîbûnê kir. 

Di roja yekemîn a çalakiyê de nûnerên Rêveberiya Sivîl a kantona Tebqayê, nivîsgeh û komîteyan, şênî, endamên tevgerên jinan û ciwan hazir bûn.

Di çalakiyê de endamê Însiyatîfa Sûriyeyê Yasir El Kirdî, endama Însiyatîfa Sûriyeyê Şeze El hisên axivîn û destpêkirina çalakiyê ji bo piştgiriya çalagerên di girtîgehên dewleta Tirk de, ragihand.

Şeze El Hisên wiha got: "Pêngavê 10`ê Cotmehê dest pê kir. Li seranserî cîhanê deng veda. Gelek rewşenbîr, çalakvan, siyasetmedar û kesên bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan bawer, tev lê bûn."

Şeze diyar kir ku pêngav berdewam e, heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were û wiha domand: “Rêbertî got şoreşa ku jin tev lê nebe, dê bi bin bikeve. Ji ber wê, em dê li ser fikr û felsefeya wî tê bikoşin."

Di çalakiyê de sînevîzyonek têkildarî berxwedana girtiyan a di zindanan de hate pêşandan.

Çaverê ye ku çalakî sibe bi dawî bibe.

(şx)

ANHA