Şêniyên Firatê şehîd Mihemed oxir kir û şehîd Baran Mezlûm bi bîr anî

Bi sedan şêniyên Kantona Firatê beşdarî merasîma şehîd Mihemed Emîn ‎Rehmewî bûn û şehîd Baran Mezlûm jî bi bîr anî.

20 kanûn, 2023   16:45
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Firat û Minbicê, sazî û dezgeh, nûnerên Rêverberiya Xweser, nûnerên ‎partiyên siyasî, tevlî merasîma  şehîd Mihemed  bûn.

Şehîd Mihemed ( Mihemed Emîn Rehmawî) 18`ê Kanûnê  li kantona Minbicê şehîd bûbû û ‎îro li Goristana Şehîd Dicle ya Kantona Firatê merasîm hat lidarxistin û cenazeyê şehîd li ‎gundê Qibê ya girêdayî navçeya Qinê hat veşartin.‎

Gerîlayê HPG’ê şehîd Baran Mezlûm (Halim Mistefa), di ‎‎5’ê Îlona 2012’yan de li navçeya Elkê ya Şirnexê şehîd bûbû.‎

Di merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen Mişî axivî û ‎got: "Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û bejna xwe li hember şehîdên azadiyê ‎ditewînin û em ê tola şehîdan ji dijmin hilînin. Serkeftina herî mezin ew e ku em xwedî li ‎şehîdan derkevin, xwedî li Rêber Apo derkevin.”‎

Hevseroka Meclisa Kantona Kobanê Leyla Ehmed axivî û wiha got: "Em sersaxiyê ji malbatên ‎şehîdan re dixwazin û bejina xwe li hember şehîdan ditewînin. Tu carî em dewletên dagirker li ‎kêlek xwe qebûl nakin û em xwedî li projeya xwe ya neteweya demokratîk derdikevin. Em soz didin şehîdên xwe em ê tola şehîdên xwe ji dijmin hilînin.‎"

Endamê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Mewas da zanîn dijmin tu carî nikare ‎îradeya gelê Kurd bişikîne û wiha got: "Em soza xwe nû dikin ku em ê şopdarê şehîdê xwe bin.‎"

Pişrre wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatê hate kirin û cenazeyê şehîd ‎Mihemed li gundê Qibê ya li navşeya Qinê hat veşartin.‎

‎(sş)‎

ANHA‏ ‏