Gelê Kurd daxwaza yekitiyê dike

Xelkê Hesekê gotin yekitiya Kurd pêwîstiyekî dîrokî ye û xurtkirina helwestê gelê Kurd wê li ser asta herêmî û navneteweyî deskeftiyên wan biparêze.

Gelê Kurd daxwaza yekitiyê dike
9 sibat, 2026   05:05
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Şêniyan bajarê Hesekê li ser girîngiya avakirina yekitiya neteweyî ji ajansa me (ANHA) re axivîn.

Mihemed Eşref Elî got, yekitiya gelê Kurd di vê pêvajoyê de pêwîstiyekî dîrokî ye û wiha berdewam kir: "Ji mêj ve pêdiviya me bi yekitiya gelê Kurd heye. Yekitiya gelê Kurd wê yekitiya tevayî Kurdistanê be. Bi yekitiyê re em ê bikarbin mafên hemû gelê Kurd biparêzin. Em dixwazin kongreyê neteweyî were lidarxistin ku yekitiya gelê Kurd ragihîne û ji bo Kurd bighîjin mafên xwe, em bi hev re li ber xwe bidin."

`YEKITÎ BINGEHÊ HÊZA GELÊ KURD E`

Mihemed Emîn diyar kir ku wan ji demeke dirêj ve dixwestin ku gelê Kurd yekitiya xwe çêbike û wiha got: "Di vê pêvajoyê de gelê Kurd li ser asta Kurdistan û cîhanê li hemberî êrişan xwedî yek helwestî bû. Me ji mêj ve dixwest yekitiya gelê Kurd çêbibe. Helwesta gelê Kurd hêza me zêde kir û bandoreke gelekî mezin li tevahiya cîhanê kir. Yekitiya neteweyî bingehê hêza gelê Kurd e û wê kesek nikaribe wan ji hedef û xeyalên wan dûr bixîne." 

’KURD SÎNORAN NASNAKE’

Remedan Fetah anî ziman ku berxwedana gel û şervanan bû mînak û ev li gotinên xwe zêde kir : "Piştî êrişan me zehmetî kişandin lê belê berxwedana gel û şervanan û çalakiyên gel li ser asta Kurdistanê û cîhanê bû mînak. Eger Kurd li kudere zehmetî bikşînin gelê Kurd li Kurdistanê û tevahiya cîhanê dikeve tevgerê û xwedî li hev derdikeve. Gelê Kurd sînorên ku Kurdistan parçe kirine, nas nake. Ya girîng bi rêya xurtkirina yekitiya gelê Kurd, em deskeftiyên şehîdan û şoreşa Rojava biparêzin."

’HINEK HEWL DIDIN FITNÊ ÇÊBIKIN’

Mihemed Bedran da zanîn ku hinek alî hewl didin fitnê têxin navbera pêkhateyên herêmê û ev bang kir: "Em ji gelê Kurd dixwazin ku li hemberî hemû hewldanên tevlîheviyê baldar bin. Ji her kesî tê xwestin ku tax û bajarên xwe biparêzin û ji bo mafên xwe biparêzin dakevin qadan. Em îro bi saya şehîdan birûmet dijîn û yekitiya gelê Kurd çêbû. Divê gelê Kurd yekitiya xwe çêbike û kongreyê neteweyî were lidarxistin."

(np)

ANHA