Koçberên Serêkaniyê: Em dixwazin bi ewle vegerin warê xwe

Koçberên li bajarê Girke Legê dimînin daxwaz dikin şer bi dawî bibe û ew bi rûmet vegerin malên xwe.

Koçberên Serêkaniyê: Em dixwazin bi ewle vegerin warê xwe
Koçberên Serêkaniyê: Em dixwazin bi ewle vegerin warê xwe
Koçberên Serêkaniyê: Em dixwazin bi ewle vegerin warê xwe
Koçberên Serêkaniyê: Em dixwazin bi ewle vegerin warê xwe
Koçberên Serêkaniyê: Em dixwazin bi ewle vegerin warê xwe
Koçberên Serêkaniyê: Em dixwazin bi ewle vegerin warê xwe
Koçberên Serêkaniyê: Em dixwazin bi ewle vegerin warê xwe
Koçberên Serêkaniyê: Em dixwazin bi ewle vegerin warê xwe
Koçberên Serêkaniyê: Em dixwazin bi ewle vegerin warê xwe
9 sibat, 2026   07:40
QAMIŞLO
KÎNAN EL SEYÎD-ROHAT XELEF

Li bajarê Girke Legê 785 koçber (145 malbat) ên ji Efrîn û Serêkaniyê yên bi darê zorê ji gund û bajarê xwe koç kirin li 7 cihan dimînin. Koçber di rewşên jiyanî yên zehmet û kêmbûna derfetan dijîn.

Hejmarek koçberên ji Serêkaniyê yên li Dibistana Şehîd Baz Çiya dimînin, zehmetiyên ku kişandine û hêviyên xwe bi me re parve kirin.

Ebdulezîz Hemê ji ber êrişên li ser herêmê ev 3 caran koçber bûye got: "Em gelê Kurd ê tevahiya Kurdistanê spas dikin ku piştgiriya me kirine û bi me re bûne alîkar. Şert û mercên koçberbûnê zehmet in. Em li ser zarokên xwe ditirsin. Em bang li aliyên navneteweyî dikin ku destwerdan bikin da ku em bi ewle vegerin bajarên xwe."

Fatma Ferec ji bajarê Serêkaniyê ye 3 caran ji warê xwe bûye anî ziman ku divê xwîna şehîdan vala neçe û got: "Ji ber koçberiyê me gelek êş kişandin. Em bang rêxistin û aliyên têkildar dikin ji bo vegera me ya li malên xwe bixebitin."

Ehmed Silêman anî ziman ku di van rewşan de zarokan gelekî ziyan dîtin û got: "Em dixwazin şer bi dawî bibe û em vegerin malên xwe."

(np)

ANHA