Gazincên li ser rewşa debarê û banga xwepêşandanan

Gelê Sûriyeyê ji ber nebaşbûna rewşa debarê û aborî bi gazinc in. Bi daxwaza ku ev rewş were başkirin bang tê kirin ku 17'ê Nîsanê xwepêşandanan li dar bixin.

Gazincên li ser rewşa debarê û banga xwepêşandanan
13 nîsan, 2026   04:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Di vê dema dawiyê de rexne li ser rewşa jiyanî û aborî ya li Sûriyeyê zêde bûne. 

Hinek penaberên Sûriyeyê yên ji derve hatibûn serdana Sûriyeyê û pirsporên aborî anîn ziman xebatên xizmetguzariyê lawaz bûne û bihabûn zêde bûye. Her wiha metirsî hene ku pirsgirêkên aborî û civakî hîn zêdetir bibin.

Li herêmê, bihayê turbeyek nan ji 400 lîreyê sûriyeyî bûye 4 hezar lire. Bihayê cereyeke gazê ji 22 hezar lîreyan bûye 135 hezar lîre. Her wiha bihayê elektirîkê ji 10-20 hezar lîreyî bûye di navbera mîlyonek û 2 mîlyon de lîreyan. Kirya erebe û malan jî du qad zêdetir bûye. Pirsgirêka kombûna çopê cihê gilî û rexneyên xelkê li ser şaredariyan e.

Çalakvanên sûriyeyî li ser medya dijîtal bang kirin ku roja 17'ê Nîsanê (Salvegera Serxwebûna Sûriyeyê) berê xwe bidin qada parêzgariya Şamê û xwepêşandanê li dar bixin.

Pisporên aborî yên ku serdana Sûriyeyê kirin ji ajansa me re axivîn û gotin: "Li Sûriyeyê pirsgirêkên aborî gelekî zêde bûne. Ji derve destek nayê dayîn û polîtîka aborî hatiye guhertin. Her wiha sektora taybet a xizmetguzariyê berfereh kirine. Dema ku mijarên girêdayî xizmetguzariyê têkevê destê şirketên taybet êdî bihayên elektirîk, av û madeyên sereke yên pêdiviyên gel bilind dibin."

9`ê Nîsanê serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şeri biryarnameyek derxistibû. Li gorî biryarnameyê, saziyên giştî yên ava vexwarinê, kanalîzasyon, şirketên sektora elektirîk û madenê dê jinûve werin sazkirin. Hikûmet vê biryarnamê erênî dinirxîne û navê "Ji nûve xwe birêxistinkirin" lê dike. Lê belê sûriyeyî û pispor vê yekê neyînî dinirxînin û dibêjin, sektora elektirîk, ava vexwarinê, kanalîsazyon û hwd. dê têkevin destê şirketên taybet.

Pispor û penaberên Sûriyeyê ku serdan welat kirine diyar kirin ku bihabûna nan, gaz, elektirîk, kirya erebe û malan gelekî zêde bûye. Li hinek herêman jî asta xizmetguzarî gelekî lawaz bûye.

Têkildarî vê mijarê Elyas Ebûd ê penaber bûye û hatiye serdana Sûriyeyê ajansa me re axivî û got:" Bazirganiya erebeyên bikarhatî li bazarên herêmî û bestek li derdora paytextê Şamê zêde bûne."

Mamosteyê zanîngehê Emar El Zên jî got ku dema ew hatiye serdana Sûriyeyê dîtiye rewşa Sûriyeyê li ser ragihandinê û li ser riwê erdê ji hevdû cûda ye û diyar kir xizmetguzarî lawaz e, kar nîn e û bandora şer li ser gelek sektoran heye.

 (np)

ANHA