'Yekitiya Kurdan ji bo parastina hebûnê û destkeftiyan pêdiviyek e'

Şêniyên ji bajarê Çilaxayê anîn ziman ku di vê pêvajoya hesas de yekitiya kurdî şert e û bang li hêz û partiyên kurdî kirin ku nakokiyên xwe derbas bikin û zimanê xwe yê siyasî bikin yek ziman.

'Yekitiya Kurdan ji bo parastina hebûnê û destkeftiyan pêdiviyek e'
13 nîsan, 2026   03:25
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Şêniyên ji bajarê Çilaxayê têkildarî girîngiya avakirina yekitiya neteweyî ya kurdî nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.

Nezha Seyfedîn anî ziman ku di vê pêvajoyê de ji hêzên siyasî yên kurdî tê xwestin ku hevgirtî bin û bi hev re bixebitin û got: "Îro roja yekitiya kurdî ye, ne roja nakokiyên partiya ne. Hinek alî hewl didin fitne û nakokiyan têxin navbera gelê Kurd, li hevdû nekin û wan lawaz bibin, da ku destê xwe bavêjin deskeftiyên gelê Kurd."

Nezha Seyfedîn bang li gelê Kurd kir ku neyên van provokasyonan û yekitiya xwe biparêzin û got: "Hêza gelê Kurd di yekitiya wan de ye. Em ji hêzên kurdî, bi taybetî yên Rojava dixwazin ku li dengê gelê Kurd guhdar bikin û hebûna gelê Kurd biparêzin."

Fatma Silêman jî destnîşan kir ku bangên ji bo avakirina yekiktiya kurdî ku di van rewşên zehmet de têne kirin girîngiya yekitiyê li hemberî arîşe û zehmetiyan nîşan dide û got: "Nakokiyên navbera partiyên kurdî dibe sedema ku parçebûn kûrtir bibin. Êrîş li ser Kurdên hemû parçeyên Kurdistanê heye, ji ber vê yekê divê yekitiya gelê Kurd dereng nemînê. Dijminên gelê Kurd bê ku cûdahî têxin navberê de êrişî hemû Kurdan dikin û dixwazin dawî li hebûna wan bînin. Yek kirina zimanê siyasî dê aramî û ewlehiyê misoger bike û bikarbin gelê Kurd ji hemû xeteriyan biparêze. Eger parçebûyîn navbera gelê Kurd de dewam bike, dê gelê Kurd destkeftiyên xwe wenda bikin."

Mehmûd Elî anî ziman ku di vê pêvajoyê de divê hêzên kurdî bi hev re bixebitin û zimanê xwe yê siyasî bikin yek ziman.

Mehmûd Elî got, yekitî rêbazê herî raste da ku gelê Kurd were parastin û wiha dawî li axaftina xwe anî "Em daxwaz dikin ku Rêber Abdullah Ocalan fîzîkî azad bibe. Rêbertî dê bikarbe yekitiya kurdî pêk bîne." 

(np)

ANHA