Gavên aktîv ên parastina berhemên çandiniyê

Cotkarên bajarê Şedadê ji bo parastina berhemên xwe yên çandiniyê hin tedbîr girtin. Cotkaran ji bo nobetdariya berhemên xwe li hember şewatan kom ava kirin.

Gavên aktîv ên parastina berhemên çandiniyê
Gavên aktîv ên parastina berhemên çandiniyê
Gavên aktîv ên parastina berhemên çandiniyê
Gavên aktîv ên parastina berhemên çandiniyê
Gavên aktîv ên parastina berhemên çandiniyê
Gavên aktîv ên parastina berhemên çandiniyê
Gavên aktîv ên parastina berhemên çandiniyê
6 gulan 2024   05:06
HESEKÊ

Cotkrarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo çinîna berhemên çandiniyê ku bermehên ên aboriya civakê ne, di amadekariyê de ne. Bi hatina dema çinînê re cotkar dest bi peydakirina rêbazên parastina berheman ji şewatan dikin, nexasim ku şewata berheman yek ji metirsiyên mezin e.

Şênî, bi hevkariya cotkar, komîn, şaredariyên gel û gerînendetiyên Çandiniyê, armanc dikin ku berhemeke baş, dûrî şewatan, bi dest bixin.

Cotkarên Şedadê yê girêdayî kantona Cizîrê, tevî sazî û komîteyan berhemên xwe diparêzin.

ˊTEDBÎRÊN PARASTINÊ Û NOBETARÎˊ

Cotkar Hesen El Muxlif der barê mijarê de axivî û got: "Ji bo agir bi berheman nebe, me giyayên li derdora zeviyan rakirin. Her wiha me dewriyeyên çavdêriyê ku zeviyan bişopînin, bi rêxistin kirin."

Girêdayî wê cotkar Ebdullah Remedan destnîşan kir ku wan ji bo parastina berheman bi komînan re hevkarî kiriye.

Komîn û şaredariyan diyar kir ku bi cotkaran re hevkariyê dikin, da ku li hember xeteriyên muhtemel bibin bersiv.

Cotkar Husam El Ferec jî diyar kir ku wan ji bo nobetariya zeviyan, komek ciwan amade kiriye.

ˊBANGA HIŞYARIYA HEVBEŞˊ

Têkildarî mijarê, cotkarên Şedadê destnîşan kir ku hişyariya hevbeş û tedbîrên baş li hember ziraran bersivên guncaw in. Cotkaran bang kir ku hevgirtî bin da ku rewşên guncaw ji bo parastina mewsimê peyda bin.

Di 2019'an de di dema çinîna berheman de berhemên çandiniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şewitîn. Li gorî Rêveberiya Xweser, lêçûna zirarê wê demê bûye 19 milyar lîreyên Sûriyeyê bû. Rûbera agir pê ketibû, nêzî 40 hezar û 860 hêktar bû.

Îro Rêveberiya Xweser bi rêya sazî û komîteyên berpirs gavên durist û cidî ji bo parastina berheman diavêje û hejmarên (reqem) tîmên agirkujî û awarte li her bajar û bajarokî, belav dike.

(mh)

ANHA