Leyla Zana: Serdema nû berpirsiyariyên nû li ser her kesî ferz dike

Siyasetmedara Kurd Leyla Zana piştî ragihandina kongreya PKK’ê, peyamek parve kir û diyar kir ku ev serdema nû berpirsiyariyên nû li ser her kesî ferz dike.

Leyla Zana: Serdema nû berpirsiyariyên nû li ser her kesî ferz dike
9 gulan, 2025   19:36
NAVENDA NÛÇEYN

Piştî PKK’ê ragihand ku kongreya 12’emîn li dar xistiye Leyla Zana li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal X’ê daxuyaniyek da.

Leyla Zana wiha got: “Serdema nû, hêviyên nû, rêbaza nû ya têkoşînê, berpirsyariyên nû li ser me hemûyan ferz dike. Divê em bi vê hişmendî û hesasiyetê nêzî pêşerojeke demokratîk, wekhevîparêz, adîl û azad bibin. Bi van hest û ramanan, hêvîdarim wê ji bo erdnîgariya me bi xêr be.”