Fransa rakirina cezayan ji ser Sûriyeyê bêyî cezakirina sûcdaran red kir

Parîsê diyar kir ku eger "binpêkirinên" li Sûriyeyê bê hesabpirsîn bimîne ew qebûl nake ku sizayên din ên li ser Sûriyeyê werin rakirin.

Fransa rakirina cezayan ji ser Sûriyeyê bêyî cezakirina sûcdaran red kir
12 adar, 2025   23:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Fransayê ragihand ku eger kesên li Sûriyeyê "binpêkirin" kirine, ku di encamê de zêdetirî hezar sivîl hatin qetilkirin, neyên cezakirin, Parîs qebûl nake ku sizayên din ji ser Sûriyeyê werin rakirin.

Parîsê hemû "binpêkirinên" li dijî sivîlan ên ji hemû pêkhateyan, çi yên girêdayî rejîma Beşar Esed çi jî yên girêdayî komên "terorîst" şermezar kirin û diyar kir ku bêyî pêvajoya siyasî ku maf û ewlehiya hemû pêkhateyan misoger bibe, tu aramî û pêşketin li Sûriyeyî pêk nayên.

Parîsê peymana di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û desthilata Şamê de û ya di navbera Durziyan û desthilata Şamê de, pêşwaz kir.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji destpêka Adarê ve herî kêm hezar û 383 sivîl di encama komkujiyên li herêmên Elewiyan de hatine qetilkirin.

(mh/fr)