Li Hesekê jineke karê sêhrbaziyê dike hat girtin

Hêzên Dijî Tawanan jineke ku bi tawana karê sêhrbaziyê dike, li Hesekê girt.

Li Hesekê jineke karê sêhrbaziyê dike hat girtin
12 adar, 2025   23:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku hêzên wan piştî şopandina dirêj li ser jinekê ku sêhrbaziyê dike, li Hesekê dike girt. Di serdegirtinê de pere, telefon, kartên memorî, pasporteke Sûrî û belgeyên takakesî hatin dîtin û desteserkirin.

Navendê diyar kir ku ew jin ji bo dozgeriya giştî hat rakirin. Hêzan diyar kir ku ew ji bo diyardeyên wisa ku gefan li ewlehiya civakê de dixwin di nava tevgerê de ne û bang li welatiyan kir ku we çi tevgerên bigûman dîtin agahiyê bidin nuqteyên ewlekariyê yên nêzîk.

(mh/fr)

ANHA