Foruma 1’emîn a Meşvanan hat lidarxistin

Li bajarê Hesekê Foruma 1’emîn Mêşvanan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarixstin. Beşdaran li ser zehmetiyên li pêşiya wan, armanca forumê û pêşkêşkirina alîkariyê ji vê beşa mêşvaniyê re nîqaş kirin.

Foruma 1’emîn a Meşvanan hat lidarxistin
Foruma 1’emîn a Meşvanan hat lidarxistin
Foruma 1’emîn a Meşvanan hat lidarxistin
Foruma 1’emîn a Meşvanan hat lidarxistin
Foruma 1’emîn a Meşvanan hat lidarxistin
Foruma 1’emîn a Meşvanan hat lidarxistin
Foruma 1’emîn a Meşvanan hat lidarxistin
Foruma 1’emîn a Meşvanan hat lidarxistin
Foruma 1’emîn a Meşvanan hat lidarxistin
20 gulan, 2025   22:17
HESEKÊ

Komîteya Mêşvanan a Komeleya Keziyên Kesk Foruma 1’emîn a Mêşvanan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Parka Xwendinê ya li taxa Til Hecer a bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê organîze kir. Di forumê de bi dehan mêşvan amade bûn.

Rêveberên Komîteya Mêşvanan Mesûd Mihemed û Elî Çeto li ser rewşa xwedîkirina mêşên hinguv û zehmetiyên li pêşiya mêşvanan nîqaş kirin

Di nîqaşan de hat diyarkirin ku ji ber bikaranîna bêserûber a dermanan di nav zeviyan de hejmareke mezin ji mêşan, ku stûna bingehîn a hevsengiya ekolojiyê ye, telef dibin

Beşdaran got wan tecrûbe û taqîkirin pêk anîne ku sedema sereke ya mirina mêşan li herêmên wan bêserûberiya bikaranîna dermanên jehrî ye, her wiha bal kişandin ser bandorên guhertinên avhewayê li ser saxlemiya mêşan û berhemdana wan, bi taybet guhertinên pileyên germê û dewreyên bişkuvîna çîçekan.

Di encama nîqaşan de hat diyarkirin ku divê xebatên vê forumê bibin kevirê bingehîn a damezrandina mekanîzmeyên piştgiriya mêşvanan, afirandina atmosfêreke diyalogê ku alîkariyê di çareserkirina pirsgirêkan de bike û teqeziyê li ser pêwîstiya birêxistinkirina hemleyên hişyariyê û kêmkirina bikaranîna dermanan bike, ku ev dahata jîngehî û aborî ya girîng were parastin.

(mh/fr)

ANHA