Di panela Ol û Baweriyan de pêşîniyên ji bo siberoja Sûriyeyê hatin diyarkirin

Di panela diyalogê ya Ol û Baweriyan de beşdaran diyar kir ku divê çandeke civakî ya efûkirin û dadweriyê geş dike, ol ji dewletê cuda dike, li hember zehmetiyên li pêş jinan disekine, civakê hişyar dike û zihniyeta serwer diguhere, were avakirin.

20 gulan, 2025   21:32
QAMIŞLO

Meclisa Ol û Baweriyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Bawerî û welat: hevkarî ji bo dadwerî û aştî di Sûriyeya nû de" paneleke diyalogê li Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê li dar xist.

Di panelê de bi dehan mela, şêx û nûnerên ol û mezhebên herêmê, endamên Yekitiya Rewşenbîran a kantonê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Kongra Star, rewşenbîr û siyasetmedarên serbixwe, akademîsyen û xwendekarên Zanîngeha Rojava amade bûn.

Di panelê de 4 mijar hatin nîqaşkirin; jin di navbera ol û rastiyê de, aştî di ol û baweriyan de, dadwerî di olan de û pirrengiya nijadî û olî li gorî nêrîna ol û baweriyan û rola wan di avakirina welatekî giştî de.

JIN DI TÊGEHA XWE YA CEWHERÎ DE HÊZEKE AKTÎV E, HEMA HEMA NÎVÊ DIN DERBAS DIKE

Mijara yekê ya bi navê "Jin di navbera ol û rastiyê de" ji aliyê berpirsa Têkiliyên Dîplomasî ya Meclisa Ol û Baweriyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Delal Xelîl ve hat nîqaşkirin. Delal Xelîl bal kişand ser girîngiya rola jinan di civakê de û çawa baweriyên kevneperest ev rola jinan qels û biçûk kir.

Delal Xelîl diyar kir ku jin xwedî hêzeke xurt in û hêmana sereke ya avakirina welatekî demokratîk in û got: "Zordariya bi navê olan û adetan a li ser jinan demkî ye û ew bi xwe hişmendiya zilamperest nîşan dide. Hemû ol banga rêzgirtina ji jinan li jinan dikin, ji ber wê jî divê derfet li pêş jinan were vekirin, ku pêşengtiyê bikin û îtîraf bi şiyanên wan were kirin, ku civak bi pêş bikevin."

Mijara duyemîn a bi navê "Aştî di ol û baweriyan de" ji aliyê sekreterê Meclisa Dêrên Xiristiyan a Cizîrê û Firatê Ezîz Ahî diyar ku armanca hemû olan mirovî û semîmî ye.

Ezîz Ahî destnîşan kir ku digel krîz û aloziyan, bi taybet li Sûriyeyê êdî aştî pêwîstiyeke hebûnî ye û pêdivî bi geşkirina diyalog, efûkirin û avakirina baweriyê heye û got: "Aştî ne tenê nebûna tundiyê ye, lê edalet û naskirina kesê hemberê û jiyana hevbeş dihewîne û ew bingeha mirovahiya lihevhatî ye."

Beşdaran jî diyar kir ku divê ol ji dewletê were cudakirin ku welatekî adile û hevgirtî were avakirin û pêwîstî bi tevlêbûna hemû beşên cidakê di avakirinê de heye.

Her wiha beşdaran anî ziman ku aştî hedef e û peyameke olan e û pirrengî diyariyeke xwedayî ye.

DADWERIYA CIVAKÎ CEWHERA HEVJIYAN Û AŞTIYÊ YE

Mijara sêyemîn a bi navê "Dadwerî di olan de" ji aliyê hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mela Mihemed Mustefa Xerzanî ve hat nîqaşkirin.

Xerzanî diyar kir ku dadweriya civakî ji aliyê hemû ol û felsefeyan ve tê pejirandin û ew cewherê hevjiyan û aştiyê ye û bingeha îstîqrarê ye.

Xerzanî gotinên olî û nêrînên fîlosofan li ser girîngiya pêkanîna dadweriyê xwendin.

Mijara çaremîn a bi navê "Pirrengiya nijadî û olî li gorî nêrîna ol û baweriyan û rola wan di avakirina welatekî giştî de" ji aliyê hevserokê Yekitiya Êzîdiyên Sûriyeyê Silêman Cafer ve hat xwendin.

Cafer di mijarê de got ku Sûriye bi pirrengiya olî û neteweyî dewlemend e û pêdivî bi geşkirina zanabûn, bexişandin û parastina mafên takekesan ji bo pêkanîna rêûresmên xwe bi awayekî azad, heye. Cafer diyar kir ku şer û nakokiyên olî hiştin ku xîtaba nefret û tundiyê zêde bibe, tevî ku hemû ol banga rûmeta mirovan û azadiya hembêzkirina tevahî baweriyan dike.

Beşdaran nêrînên xwe parve kirin û diyar kir ku divê çandeke civakî ji bo xurtkirina hezkirin û dadweriyê were avakirin û pêşî li rêbazên hewl didin tundiyê dirêj bikin, bi taybetî li dijî jinan, were girtin.

Her wiha beşdaran girîngî da nenavendî û pirrengiyê û guhertina zihniyeta serwer bi rêya guhertina hişmendiya civakê û xebitîna bi zanabûnê, da ku Sûriyeyeke demokratîk û pirreng were avakirin ku tê de aştî û jiyana hevbeş di nava tevahî ol û pêkhateyan de misoger bibe.

(mh/fr)

ANHA