Rojnamevan Silêman Ehmed 257 roj e girtiye

Rojnamevan Silêman Ehmed 257 roj e ji aliyê PDK’ê ve rehîn hatiye girtin.  Biryar e ku rûniştina darizandina wî dê 29’ê Tîrmehê pêk were.

Rojnamevan Silêman Ehmed 257 roj e girtiye
7 tîrmeh, 2024   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Silêman Ehmed 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û piştî heft mehan parêzeran karîn hevdîtinê li gel de bikin. Rojnamevan Silêman Ehmed 257 roj e di girtîgeha PDK’ê de tê girtin. 

Herî dawî di bin zextên sivîl ên rojnameger, sendîka û rêxistinên li ser asta herêmî û navneteweyî de, roja 22’yê Gulanê destûr hat dayîn ku parêzerên wî li girtîgeha Asayîşa Dihokê hevdîtinê pê re bikin.

PDK’Ê ROJA DADGEHKİRİNÊ TALOQ KİR

3’yê Hezîranê Dadgeha Sûc ya Yek ya Duhokê roja yekê ya rûniştina dadgehê ya Silêman Ehmed weke 30’ê Hezîrana îsal, diyar kir. Lê dadgehê bi hêceta dadwer ne amade ye û asayîşê kel û pelên rojnamevaniyê ne şandiye, danişîn ji bo 29’ê Tîrmehê taloq kir.

Der barê madeya ku Silêman Ehmed pê tê darizandin de , parêzerê wî Beşdar Hesen wiha got; “Ew madeya ku muwekîlê me Silêman Ehmed pê tê darizandin, madeya yek ya yasaya hejmar 21 ya sala 2003’yê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê ye ku taybete bi têkdana ewlekariya Herêma Kurdistanê.”