10’ê Tîrmehê Mîhrîcana Aştiyê dest pê dike

5’emîn Mîhrîcana Aştiyê ya Çand û Hunera Zarokan dê 10’ê Tîrmehê li Tebqayê dest pê bike.

10’ê Tîrmehê Mîhrîcana Aştiyê dest pê dike
10’ê Tîrmehê Mîhrîcana Aştiyê dest pê dike
10’ê Tîrmehê Mîhrîcana Aştiyê dest pê dike
10’ê Tîrmehê Mîhrîcana Aştiyê dest pê dike
10’ê Tîrmehê Mîhrîcana Aştiyê dest pê dike
10’ê Tîrmehê Mîhrîcana Aştiyê dest pê dike
10’ê Tîrmehê Mîhrîcana Aştiyê dest pê dike
7 tîrmeh, 2024   11:19
TEBQA

Ji 2019’an ve her sal li kantonên Reqa û Tebqayê Mîhrîcana Aştiyê ya Çand û Hunera Zarokan tê lidarxistin. Mîhrîcan ji aliyê desteyên çand û hunerê yên her du kantonan  ji bo destekdayîn û pêşxistina behreyên zarokan ve ji aliyê desteyên çand û hunerê ve tê organîzekirin.

Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Tebqayê 10’ê Tîrmehê roja yekemîn a lidarxistina 5’ê Mîhrîcana Aştiyê ya Zarokan diyar kir. Mîhrîcan dê 3 rojan li ser dika navenda Şehîd Musena Ebdulkerîm a bajarê Tebqayê were lidarxistin.

Di mîhrîcanê de dê stranên stranên foklorî û şano yên çand û kevneşopiya Tebqayê vedibêjin werin nîşandan. Her wiha dê pêşangehên wênexêz û kardestiyên zarokan jî werin vekirin.

Li gorî agahiyên ku hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Tebqayê Elî El Elaya dane ajansa me, dê 650 zarok bi hunerên xwe beşdarî mîhrîcanê bibin.

El Elaya got: "Komên ku dê beşdarî mîhrîcanê bibin perwerde û provayên xwe dibînin. Zarok jî xêz û kardestiyên xwe amade dikin da ku di mîhrîcanê de nîşan bibin."

(bb)

ANHA