‘Meşa Rêzgirtin ji Îradeyê re‘di roja 8’an de berdewame

‘Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re‘ di roja 8’an de li Geliyê Zapê didome. Di daxuyaniya meşê de bal hat kişandin ku sedema hemû pirsgirêkan tecrîde.

‘Meşa Rêzgirtin ji Îradeyê re‘di roja 8’an de berdewame
7 tîrmeh, 2024   13:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 3’yê Hezîranê de li Şaredariya Colemêrgê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) qeyûm hat tayînkirin. Li dijî tayînkirina qeyûm, ‘Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re‘ hat destpêkirin û meş di roja 8’emîn de didome. Partiyên ku beşdarî meşe bûne li Erzinkê yê Geliyê Zapê, bi dirûşma ‘Colemêrg a me ye’ daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hevserokê Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir jî amade bû.

BANG LI GELÊ COLEMÊRGÊ HAT KIRIN

Parlamenterê DEM Partiyê Mahmût Dîndar di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Zêdetirî hefteyek e em li dijî xespkirina vîna gelê xwe di riyan de ne. Hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê çalakiyên li dijî xespkirina îradeya gelê me didomin. Heta ku ev xespkirina îradeyê were bidawîkirin û qeyûm paşve werin kişandin dê çalakiyên me bidomin. Em baş dizanin ku ev pirsgirêk hemû bingeha xwe ji tecrîdê digrin. Ji bo ev pirsgirêk bi dawî bibin divê tecrîd bê rakirin. Hewce ye bi birêz Ocalan re li ser maseyê rûnin û guftûgo bên destpêkirin. Ji bilî vê tu çareserî nîn e. Ji ber vê yekê em bang li gelê Colemêrgê dikin ku xwedî li îradeya xwe derbikeve û meşvanan pêşwazî bike.”

Meşvanan piştî daxuyaniyê bi stranan di Geliyê Zapê de dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmên “Bijî berxwedana Colemêrgê” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Meşvanan piştî meşa 5 km bêhn vedan. Di bêhnvedanê de meşvanan kesên ji ber meşê lingên wan diêşiyan tedawî kirin. Tê payîn ku meşvan di nava rojê de bigihijin Bêlatê û bi şev jî li Depînê bimînin.