Firyal Ebdula bû seroka Yekîtiya Jinan ya Tewar

Di Kongreya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Welatên Erebî de li şûna Lijneya Jinan, Yekîtiya Jinan a Tewar hate damezrandin. Endama serokatiya YNK’ê Firyal Ebdulla di çarçoveya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Welatên Erebî de wek seroka Yekitiyê hat hilbijartin.

Firyal Ebdula bû seroka Yekîtiya Jinan ya Tewar
30 tebax, 2025   17:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh piştî guftugoyan, Komîteya Bilind a Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Welatên Erebî li ser pêşniyara YNK’ê biryar da li şûna Lijneya Jinan, Yekîtiya Jinan ya Tewar were damezrandin.

Her wiha endama serokatiya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê û Seroka Lijneya Jinan Firyal Ebdullah, di çarçoveya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Welatên Erebî de wek Seroka Yekîtiya Jinan a Tewar hate hilbijartin.

Kongreya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat ya Welatên Erebî ku di 27’ê Tebaxê de li Silêmaniyê destpêkiribû, di roja çaran de bi dawî bû.