Li Siwêdayê û gundewarên wê daxwaza mafê çarenûsî hate kirin

Bi sedan şêniyên Siwêdayê xwepêşandanek li dar xistin û daxwaza mafê çarenûsî kirin. Xwepêşandêran dubare hebûna hêzên hikûmeta Şamê red kirin û daxwaza vekişîna wan bi awaykî lezgîn kirin.

Li Siwêdayê û gundewarên wê daxwaza mafê çarenûsî hate kirin
30 tebax, 2025   17:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Şehba yê li gundewarê Siwêydayê û meydana El Kerama ya bajarê Siwêdayê, xwepêşandanên berfireh ên gel hatin lidarxistin, bi sedan şênî beşdar bûn. Di xwepêşandanan de pankart û posterên ku daxwaza mafê çarenûsî û redkirina hebûna hêzên hikûmeta li ser hatibû nivîsandin hatin bilinddikirin.

Xwepêşandanên ku gelek aliyên civakê tevlî bûn, bi yek dengî bang kirin ku mafê welatiyan e ku pêşeroja xwe ya siyasî diyar bike.

Di 27’ê Tebaxê de li Meydana Kerama li navenda Siwêdayê û gundewarê wê xwepêşandan hatin lidarxistin û hat xwestin ku hêzên hikûmeta Şamê ji Siwêdayê vekişin.  

 (ac)

ANHA