Li Reqayê Roja Cîhanî ya Windayiyan hat bibîranîn

Şêniyên kantona Reqayê û Platforma Malbatên Windayiyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşangeheke wêneyên windayiyan, Roja Cîhanî ya Windayiyan bi bîr anî.

Li Reqayê Roja Cîhanî ya Windayiyan hat bibîranîn
Li Reqayê Roja Cîhanî ya Windayiyan hat bibîranîn
Li Reqayê Roja Cîhanî ya Windayiyan hat bibîranîn
Li Reqayê Roja Cîhanî ya Windayiyan hat bibîranîn
Li Reqayê Roja Cîhanî ya Windayiyan hat bibîranîn
Li Reqayê Roja Cîhanî ya Windayiyan hat bibîranîn
Li Reqayê Roja Cîhanî ya Windayiyan hat bibîranîn
Li Reqayê Roja Cîhanî ya Windayiyan hat bibîranîn
30 tebax, 2025   16:59
REQA

Bi dehan malbatên kantona Reqayê li hola Tap Top a li navenda bajêr bi pêşangeha wêneyên windayiyên ku di şerê Sûriyeyê de winda bûne, Roja Cîhanî ya Windayiyan bi bîr anî.

Pêşangeh ji aliyê Platforma Malbatên Windayiyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hat lidarxistin û tê de bi dehan wêneyên kesê ku di salên şerê li Sûriyeyê de winda bûne, hatin pêşandan.

Koordînatorê platformê Ebas Elî Mûsa got: "Êşa me yek e. Ev roj roja nûkirina banga aşkerekirina çarenûsa windayiyan û pêkanîna edaletê ye."

Mûsa diyar kir ku di platformê de 600 malbatên windayiyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene û got: "Bê ku çarenûsa windayiyan were naskirin û edaleta civakî neyê pêkanîn, aştî li Sûriyeyê pêk nayê."

(mh)

ANHA