Fîlîpînê 9 alîgirên çeteyên DAIŞˊê kuştin

Artêşa Fîlîpînê ragihand ku di oprasyoneke ewlehiyê li başûrê welat de 9 endamên ji koma alîgirên çeteyên DAIŞˊê kuştine.

Fîlîpînê 9 alîgirên çeteyên DAIŞˊê kuştin
27 ÇILE, 2024   23:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Fîlîpînê di daxuyaniyekê de diyar kir ku 2 kuştî ji wan destê xwe di teqandina keşîşekî katolîk de heye û 4 leşkerên wan di operasyona ewlehiyê li herêma  Lanao del Sur de birîndar bûne.

Çeteyên DAIŞˊê di 2017ˊan de bi qasî çend mehan bajarê Marawi yê li başûrê Fîlîpînê kontrol kiribû, lê hêzên Fîlîpînê ew bajarê di encama êrişên bejahî û asîmanî de rizgar kir.

(fr)