Peywendî bi jinekê re berê xwe dida Humsê qut bû

Peywendî bi jina ku ji gundewarê Husmê ye, dema berê xwe ji bo randevûyeke bijîşkî dida Humsê, qut bû. Malbatê got wan agahî daye aliyên ewlehiyê, lê bersiva wan ew bû ku 72 saetan bendewar bin heta dikevin tevgera lêgerînê.

Peywendî bi jinekê re berê xwe dida Humsê qut bû
3 mijdar, 2025   21:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecihî daxuyand ku peywendî bi welatî Cemîle Ehmed Şahîn (39) a ji gundê Şeîrat ê rojhilatê Humsê ye û dayika 3 zarokan e, ji roja şemiyê ve qut bûne. Cemîleyê ji bo serdana bijîşkî berê xwe dabû bajarê Humsê.

Li gorî agahiyan Cemîle nêzî saet 15.00ˊan piştî nîvro ji mal derket, lê ji wê wextê heta vê kêliyê telefona wê girtî ye.

Malbata Cemîleyê diyar kir ku ji dema peywendî jê qut bûne de agahî dane aliyên ewlehiyê, lê wan got pêwîst e 24 saetan bisekinin heta bikevin tevgerê û dûre jî gotin heta 48 saet din bisekinin.

Li gorî malbatê, Cemîle Şahîn bi rêya kamereyên çavdêriyê li gel Çerxerêya Nuzhe ya li bajarê Humsê, beriya ku şopên wê winda bibin, hatibû dîtin.

Malbat bangên xwe ji bo aliyên eleqedar û welatiyan ji bo wergirtina agahiyan dewam dike.

Li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyeyê sûcên revandin, qetilkirin û êrişên çekdarî zêde dibin.

(fr)