Cendermeyan îşkence li 8 ciwanan, 2 zarok di nav de, kir 

Dewleta Tirk a dagirker li ser sînorê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Bakurê Kurdistanê îşkence li 8 ciwanan, 2 zarok ji Dêrazorê di nav de, kir.

Cendermeyan îşkence li 8 ciwanan, 2 zarok di nav de, kir 
9 îlon, 2024   16:31
KOBANÊ

Cendermeyên Tirkiyeyê li ser sînorê di navbera Bakurê Kurdistanê, Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, bi taybet li nêzî bajarê Kobanê di dema derbasbûna ber bi Bakurê Kurdistanê ve, îşkence li 8 ciwanan, 2 zarok di nav de, kir.

Piştî ciwan bi lêdana qurbacê, kehrebe, şewitandinê ji hêla cendermeyên Tirkiyeyê ve zêdetirî 7 saetan hat îşkencekirin, ew avêtin aliyê rojavayê bajarê Kobanê. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ew rakirin nexweşxaneyê.

(fr)

ANHA