Festîvala Şehîd Berçem di roja 2ʹyemîn de dewam dike

Festîvala 2ʹyemîn a Şehîd Berçem di roja xwe ya duyemîn de bi pêşkêşkirina kurtefilma ʹHêzaʹ dewam dike.

Festîvala Şehîd Berçem di roja 2ʹyemîn de dewam dike
Festîvala Şehîd Berçem di roja 2ʹyemîn de dewam dike
Festîvala Şehîd Berçem di roja 2ʹyemîn de dewam dike
7 îlon 2024   17:02
KOBANÊ

Bi diruşma ʹBi tîrêjên rojê hunera jinan geş dibeʹ Festîvala 2ʹyemîn a Şehîd Berçem li Kobanê di roja xwe ya duyemîn de bi beşdariya 450 endamên ji tevahî komên hunerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dewam dike.

Di çalakiyên îro de kurtefilma ʹHêzaʹ a ku li ser trajediyên jina êzidî di êrişên DAIŞʹê yên 2014ʹan li dijî Şengalê û revandina bi hezaran jinan de diaxive, saet 13:00ʹan hat pêşkêşkirin.

Hêza, çîroka jineke êzidî ye, piştî êrişên DAIŞʹê yên 3ʹyê Tebaxa 2014ʹan li dijî Şengalê de jiyana wê bi temamî hat guhartin.

Dê êvarê saet 18:30ʹan bi beşdariya xelkê li Qada Şehîd Egîd a Kobanê stran û dîlan bên pêşkêşkirin.

Dê koma Şehîd Sakîne, koma Gerstêrk, hunera Yasmîn Esker, hunermend Sumeye Mihemed, koma Şehîd Esmer û koma Şehîd Viyan Soran hunerên xwe pêşkêş bikin.

(fr)

ANHA