Meclisa Gelan nivîsên Meclisa Rêveber pejirandin

Meclisa Gelan a Demokratîk a kantona Minbicê di rûniştina xwe ya asayî ya 13ʹan de nivîsa Meclisa Rêveber a kantonê pejirand.

7 îlon 2024   16:25
MINBIC

Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Minbicê rûniştina xwe ya 13ʹan a asayî li dar xist.

Di rûniştinê de yek fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm Hemdan li ser pêşdeçûnên siyasî yên dawî li herêmê û pêşdeçûnên leşkerî li kantonê axivî.

Hemdan diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hewla vegerîna herêmê bo çavkaniyeke terorê êrişên xwe zêde kirine, lê hêz û şêniyên herêmê bi hevgirtina xwe planên dagirkeriyê têk birin.

Dûvre dîwanê meclisê gelek nivîsên Meclisa Rêveber a kantona Mınbicê ku ji Meclisa Gelan a Demokratîk re rakirine xwend. Di nivîsê de Saîr El Xelîl, Mihemed Elûş, Henan Mihemed, Rûken Murad û Telal El Ubêd wek fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin ên kantona Minbicê hatin erkdarkirin.

Îbrahîm Hemdan bo fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê hat erkdarkirin, Heyat El Salim û Ehmed El Yûsif weke hevserokên HPCʹê hatin erkdarkirin, Rebî El Hemade û Newroz Hisên wek hevserokên Desteya Malbatên Şehîdan û Gaziyan hatin erkdarkirin.

Her wiha endamên Meclisa Gelan navên Meclisa Rêveber ji wê re rakirine, xist dengdanê û kesên hatine erkdarkirin sond xwar.

Li gorî Hevpeymana Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev guhartin û erkdarî tên kirin.

(fr)

ANHA